65 sal e sefariya ji ermenan maye dike 2023-03-23 10:53:54 DÎLOK - Alî Kiratli diyar dike ku 65 sal e ew hunera sefariya ji ermenan maye dike û ji ber hilberînên fabrîkasyonê derketine ew nifşên dawî ne ku vî karî dikin.    Li bajarê bakurê Kurdistanê Dîlokê yek ji remzên herî girîng jî sifirkarî ango sefarî ye. Her roja ku diçe daxwaza ji bo sifirkariyê jî kêm dibe. Eleqeya xelkê xwecihî ji b ovan hilberînin sifir kêm dibe lê eleqeya biyaniyan ji bo beroş, sîtil, tawe, lembe, çaydank, îskan û tasan zêde ye. Yek ji dikanên sefarkariyê ya Alî Kiratli ye. Navê dikana wî Sefarkariya Kiratli (Kiratli Dovme Bakir e). Dikana wî li ber Keleha Dîlokê ye.    Alî Kiratli (72) diyar kir ku wî emrê xwe daye vê hunera sifirê û ev 65 sal in vî karî dike. Kiratli anî ziman ku ew bi vê dikana xwe debara xwe dike û her ku diçe karê wan kêm dibe. Kiratli destnîşan kir ku ew carek din were dinyayê ew ê dîsa vî karî bijêre û got: “Ev kar ji ermenan ji bo me maye. Ez ji 7 saliya xwe ve vî karî dikim. Karê me kare hunerê ye. Yanî sefarkarî huner bi xwe ye. Xwezî zarok û neviyên me jî hîn bûbûna lê nebûn. Em nifşên dawî ne ku vî karî dikin. Ev kar ber bi qedandinê ve diçe.”    MA / Omer Îbrahîmoglû