Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin 2023-03-23 09:02:38 MEREŞ - Li konbajarê li Elbistanê li mexdûrên erdhejê paşîv nehat belavkirin. Mexdûran bêpaşîv rojî girtin.    Di ser erdhejên ku navenda wê Mereş de bû 45 roj derbas bûn û tevî ewqas dem jî hê jî şert û mercên mexdûrên erdhejê nehatine başkirin. Bi hatina meha Remezanê re pirsgirêkek din li pirsgirêkên mexdûran zêde bû. Konbajarê li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Elbistanê tevî ku îro roja ewil e jî paşîv li welatiyan nehat belavkirin.    Mexdûrên erdhejê ji ber paşîv li wan nehat belavkirin, bêpaşîv niyeta xwe anîn û rojî girtin.    MA / Yusra Batihan