Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne 2023-03-23 09:00:41 MÊRSÎN - Şaban Kaygûsûz ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ne, diyar kir ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de kursiya biteker nedane wî û ji ber ku cendirmeyan alîkariya wî nekiriye, di nav xeleka leşkeran de bi lingekî hewl daye têkeve hundirê nexweşxaneyê.    Nexweşê ji sedî 90 astengdar Şaban Kaygûsûz (25) ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ye û di Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T'yê ya Hejmara 2'yan de ye, ji ber ku dema wî birine nexweşxaneyê kursiya biteker nedane wî, hewl daye bi lingekî têkeve hundirê nexweşxaneyê. Kaygûsûz di 2 û 9'ê adarê de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, lê piştî ku leşkeran aliyê wî nekiriye ji hewl daye û ji neçarî li ser lingekî meşiyaye.    BIJÎŞK HIŞYAR KIR: DIVÊ PORTEZ XWÊDANÊ NEDE   Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê di 20'ê adarê de bi Kaygûsûz re hevdîtin pêk anîn. Li gorî îfadeyên parêzeran Kaygûsûz di 2 û 9’ê Aaarê de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û di dema sewqkirinê de rastî binpêkirinên mafan hatiye.   Kaygûsûz behsa tiştên ku dema sewqkirina nexweşxaneyê de hatine serê wî kirin. Kaygûsûz diyar kir ku ji ber ku bijîşk jê re gotiye di dema sewqkirinê de dibe protez xwêdanê bide û ji ber vê kêm çêbibe û wî jî guh li vê hişyariya bijîşk kiriye û protez nexistiye nigê xwe. Kaygûsûz diyar kir ku her çend protezên wî ne li cem wî bûne jî, cendirmeyan jê re gotine "Proteza xwe têxe nigê xwe, em bi te dizanin. Ger tu nexî nigê xwe em ê bi tu awayî alîkariya te nekin."   KURSIYA BI TEKER NEDANE WÎ   Kaygûsûz diyar kir ku ew li ser lingekî bi çindikan li wesayîta rîngê siwar bûye û demeke dirêj di wesayîta rîngê de hatiye sekinandin. Kaygûsûz ragihand ku dema ji bo nûkirina rapora astengdariyê ew birine desteya tenduristiyê, cendirmeyan bi milê wî negirtiye û kursiya biteker jî nedane wî û jê re gotine, "Here ji xwe re bîne." Kaygûsûz anî ziman ku cendirmeyan ji bo kursiya biteker a di wesayîta rîngê de jî gotine "Em nikarin bibin sedema qedexeyê" û got ku cendirme li dora wî bûne xelek, lê bi tu awayî alîkariya wî nekirine.  Her wiha Kaygûsûz anî ziman ku roja hevdîtinê jî di heman rojê de bûye û ji ber vê tenê 5 deqeyan malbata xwe dîtiye.   Kaygûsûz diyar kir ku ew bi lingekî klînîk bi klînîk geriyaye û bêyî ku karibe rapora xwe ya astengdariya nû bike bi heman awayî, bi lingekî çûye li wesayîta brîngê siwar bûye û dîsa ew anîne girtîgehê.   Kaygûsûz anî ziman ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de û di hundirê nexweşxaneyê de ji ber ku bi çindikan meşiyaye nerihet bûye û ji ber vê çar rojan bênavber vereşiyaye.    OHD'ê ya Şaxa Mêrsînê bertek nîşanî tiştên li Kaygûsûz hatine kirin da. OHD'ê diyar kir ku ev bûyer weke binpêkirina mafan û zexta derûnî wesifand û got: "Çawa tiştekî wiha tînin serê mirovekî bê dest û ling? Çawa bi wî bi vî awayî anîne û bi saetan ew li ser pêyan dane sekinandin. Li nexweşxaneyê bi dehan kursiyên b teker hene. Lê neanîne. Leşkeran serhişkî kiriye û gotine 'Wan protezên xwe bi keys bike û tu bi xwe karê xwe bike, em ê aliyê de nekin.'"    ŞABAN KAYGÛSÛZ KÎ YE?   Şaban Kaygûsûz (25) ku ji sedî 90 astengdar e û di Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T'yê ya Hejmara 2'yan de, di sala 2018'an de li Şirnexê di pevçûnekê de birîndar bû. Kaygûsûz ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ne, hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sêrtê û piştî mehekê sewqî Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê hat kirin û di doza lê hat kirin de cezayê muebetê lê hat birîn. Kaygûsûz di 20'ê Cotmeha 2021'ê de ji Amedê sewqîGirtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T'yê ya Hejmara 2'yan hat kirin.Kaygûsûz ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ne, Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" da wî. Kaygûsûz di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen