ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN 2023-03-23 09:00:07   * Midûrê Ajansa Nûçeyan a Halvashê Şîr Ahmed Şîranî Naroûyî, bilêv kir ku teî hemû destdirêjî û gefên hêzên rejîmê jî dê gelên Îranê li qadan bin.    * Şaban Kaygûsûz ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ne, diyar kir ku di deêa sewqkirina nexweşxaneyê de kursiya biteker nedane wî û ji ber ku cendirmeyan alîkariya wî nekiriye, di nav xeleka leşkeran de bi lingekî hewl daye têkeve hundirê nexweşxaneyê.    * Waniyan anî ziman ku ji ber bihabûnê nikarin tiştekî ji bo meha Remezanê bikirin û gotin ku krîza heyî "zilm" e.    * Li gorî lêkolîna JMO'yê, li Îzmîrê 45 nexweşxane bi xetereya erdhejê re rû bi rû ne. Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Suleyman Kaynak xwest ku "rapora xetereya erdhejê" ya hemû nexweşxaneyên bajêr bê amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 731’emîn de berdewam bike.    * Doza Qetlîama Garê ya Enqereyê dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)    * KESK dê li navenda xwe ya li Enqereyê "Belgeya Helwesta Hilbijartinê" eşkere bike. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê belgeya helwesta ku partiya wan tespît û pêşnaziyên çareseriyê li herêmên erdhejê kirine li Hotêla Hill a Taksîmê eşkere bike. (12.00)   * Li navçeyên Erxenî, Licê û Farqînê yên Amedê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûman dê daxuyanî bên dayîn. (12.00-13.00)    * Desteya Şêwrê ya HDP'ê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar têkildarî hilbijartinê li Hotêla Hill a Taksîmê bicive. (13.00)