Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir 2023-03-22 16:40:58   AMED - Baroya Amedê giliyê polîsên ku li navçeya Licê zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî bi lêdanê anîn ber mirinê kir.    Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. (14) duh bi şev dema bi hevalê xwe yê 10 salî vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hate sekinandin, dû re hate revandin û îşkencekirin. Polîsên ku li zarokî ferzkirin bêje tirk e, piştî îşkence lê kirin bi awayekî dev, dest û lingên wî girêdayî ew avêtin nav çirava li kêleka çem. Baroya Amedê têkildarî bûyerê li malpera xwe ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baroyê diyar kir ku ji ber sûcên “Îşkence û Muameleya Xerab” , “Birîndarkirina qestî” , “Kesek ji azadiya xwe bêpar hatibe hiştin” , “Gef” û “Heqaretê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye û giliyê polîsan kiriye. Baroyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku wê bibin şopdarê pêvajoya îfade û hiqûqî.