Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir 2023-03-22 16:22:48 RIHA - HDP'ê ji bo ku Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê li Meclisê bidomîne, Ferît Şenyaşar vexwend Meclisê. Şenyaşar, pêşniyara HDP’ê erênî bersivand û ji bo bernamzetiyê dosyayên xwe radest kir.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 730’an de berdewam dike.    HDP BANG KIR   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê li Meclisê bidomîne, xwest ku Ferît Şenyaşar bibe bernamzet. Hat zanîn ku Şenyaşar pêşniyara HDP’ê erênî pêşwazî kir. Li ser vê yekê Şenyaşar hat Rêxistina HDP’a Rihayê û ji bo bernamzetiyê dosyaya xwe radest kir.