Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin 2023-03-22 16:07:06   STENBOL - Şevê din hin kesên nehat zanîn ka kî ne, êrişî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya Yayla ya Bahçelîevler a HDP’ê kirin.    Şevê din hin kesên nasnameya wan nehat zanîn êrişî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya Yayla ya Bahçelîevler a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin. Êrişkaran paceyên buroyê şikandin û alayên HDP’ê jê kirin.    HDP’ê ji ber êrişê gilî kir. Hevseroka HDP’a Bahçelîevlerê Fatma Çatar li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam da: “Tevî ku hewl didin bi destê çeteyan pêvajoya hilbijartinê sabote bikin jî, em ê bi awayekî herî xurt vê pêvajoyê pêşwazî bikin û teqez bi ser kevin.”