10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin 2023-03-22 15:15:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê da zanîn ku li bajarê Kerkûkê 10 DAIŞ’î hatine girtin.    Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatine girtin.    Bi domdarî hat destnîşankirin ku DAIŞ’iyên hatine girtin noqteyên kontrolê yên sexte danîbûn û li wir welatiyên sivîl direvandin.