6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-03-22 14:03:12   AMED - Beriya pîrozbahiya Newrozê, li Amedê ji ber “îxbara” bêbingeh, 6 kes hatibûn binçavkirin û binçavkirî îro hatin berdan.    Li ser “îxbareke” bêbingeh, beriya pîrozbahiya Newrozê li Amedê derheqê 9 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û ji van 6 jê hatibûn binçavkirin. Temamiya binçavkiriyan hatin berdan.    Ji binçavkiriyan siyasetmedarê kurd Mesût Bagcik, Berîvan Kiziltepe, Şurzan Jiyan Pehlîvan, Fermandar Kardeş, Mehmet Ozdemîr û Seyît Remzî Guneş piştî karûbarên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê hatin berdan.    Hat zanîn ku ji bo Midûriyeta Xizmetên Bangên Lezgîn a 112’ê ya Amedê îxbareke bêbingeh a “Dê di Newrozê de kevir û molotofan biavêjin polîsan” hatiye kirin û bi vê sedemê hatine binçavkirin.    Li gel ku Reşît Nevrozoglû ku derheqê wî de biryara binçavkirinê hebû li malê nebû jî, polîsan qilfeya deriyê mala wî şikand, bêyî destûr were dayîn li malê lêgerîn kirin û piştre jî qilfeya malê guherandin.    Nevrozoglû, got ku polîsan bi vê yekê bêhiqûqî kirine û wiha got: “Nizanim bê ka tiştek ji mala min birine yan na. Tiştek danîne malê yan nedanîne, ez vê jî nizanim.”