Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn 2023-03-22 13:08:07 ŞIRNEX - Li Hezexê du malbatên ku li ser erd bi hev nekirîn, şer çûn. Di şer de 10 kes birîndar bûn.   Li Taxa Turgut Ozal a Hezex a Şirnexê du malbatên ku ji ber erd li hev nekirîn, bi nîqaş çûn û piştre jî bi şer ketin. Di şer de çek hatin bikaranîn û li gorî agahiyan ji aliyan 10 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Hezex, Cizîr û Şirnexê.