Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin 2023-03-22 12:43:46   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin de hate tehliyekirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin de hate tehliyekirin. Danişîna doza Bayindir ku ji ber tev li 14 çalakî û aktivîteyan bûye û derbarê wî de îfadeya “şahidê veşartî” heye heta 15 salan ceza jê re tê xwestin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate li darxistin. Di danişînê de parêzerên Bayindir Mûharrem Şahîn, Yûnûs Mûratakan û Bûrhan Arta amade bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Dersîm Dag, Nûsrettîn Maçîn, Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û gelek rêxistinên sivîl ên civakî tev li danişînê bûn.    Bayindir ê li dijî sûcdariyan parastin kir, bi bîr xist ku di meha Kanûnê de ew û 14 hevserokên bajaran ên partiya wî hatin binçavkirin û anî ziman ku doza di encama vê operasyonê de hate vekirin bêhiqûqî ye. Bayindir, destnîşan kir ku lêpirsîna li dijî hiqûqê hatiye vekirin, nêrîna li dijî pirsgirêka kurd dide nîşandan û wiha got: “Gelê kurd sed sal in li dijî înkar û îmhayê têkoşîna xwe didomînin. Bi rê û rêbazên cuda ev pêvajo tê domandin û ferzkirin. Siyaseta kurd li dijî van polîtîkayan bêçare nemaye û têkoşiyaye. Komara Tirkiyeyê cesaret nekiriye ku pirsgirêka kurd çareser bike. Ev pirsgirêk sed sal in didomin. Em her çiqas weke pirsgirêka kurd bi nav bikin jî esas ev pirsgirêka avakirina komarê ye.”   ‘TEMAMÊ DAXUYANIYAN LI GORÎ HIQÛQÊ YE’   Bayindir, anî ziman ku têkoşîna ku siyaseta kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dide li gorî hiqûqê ye û wiha berdewam kir: “Êrişên li dijî têkoşîna me dij hiqûqî ne. Îdiayên derbarê min de ji cidîyetê dûr in. 14 daxuyaniyên çapemeniyê weke sûc tên araste kirin. Ez weke Hevserokê Giştî yê DBP’ê tev li van daxuyaniyan bûm. Temamê daxuyaniyan li gorî hiqûqê ye. Yek ji van jî sûc nîne. Ji ber beyana şahidê veşartî a di dosyayê de derbarê min de lêpirsîn hate vekirin û derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê hate dayîn. Di îfadeya şahide veşartî de ne cih ne dem ne jî tiştekî din heye. Derbarê min de arşîvek hatiye amadekirin, şahidê veşartî jî di vê çarçoveyê de îfade daye. Îdiayên wî razber in. Li gorî min ji fezlekeya miduriyeta polîsan pêk tê.”   DOZGER XWEST GIRTINA WÎ BERDEWAM BIKE   Piştî parastina Bayindir dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest girtina Bayindir berdewam bike.    Parêzerê Bayindir Mûharrem Şahîn ê li dijî mutalaaya dozger parastin kir, diyar kir ku heke çalakiyên muwekîlê tev li wî bûn sûc bin, çima piştî çalakiyê lêpirsînek nehatiye vekirin û evqas hatiye sekinîn.    ‘NAVÊ VÊ DERÊ KURDISTAN E’    Şahîn bi bîr xist ku muwekîlê wî ji ber gotina “Kurdistan” jî tê sûcdarkirin û wiha got: “Bixwazin qebûl bikin, bixwazin qebûl nekin navê vê derê Kurdistan e. Ev bi awayê dîrokî jî wisa ye. Ev bi awayê hiqûqî ne rewşeke ku bibe sedemê ceza.” Şahîn xwest ku muwekîlê wî were berdan.    ‘SIYASETMEDAR ÇI DIKE?’   Parêzer Bûrhan Arta jî dazanîn ku beriya lêpirsîna tê qalkirin bi muwekîlê xwe re çûne miduriyeta polîsan û ji ber îdiayên cuda îfade dane û gumana revînê ya muwekîlê wî nîne. Arta, destnîşan kir ku muwekîlê wî bi tevlibûna şermezarkirina xistina parlamenteriyên Mûsa Farîsogûllari û Leyla Guvenê tê sûcdarkirin û wiha got: “Ez ji we dipirsim heke siyasetmedar ve neke dê çi bike? Dê biçe qehweyê okeyê bilîze?”   ‘ÎDIAYA QATA JÊRZEMÎNÊ HEYE LÊ EW QAT TUNE YE’    Arta, anî ziman ku muwekîlê wî bi tevlibûna aktîvîteyên pîrozbahiyê yên partiya wî yên piştî hilbijartinê jî tê sûcdarkirin û wiha berdewam kir: “AKP’î, MHP’î û CHP’î jî vê yekê dikin, derbarê wan de lêpirsîn tên destpêkirin? Li vir DBP tê darizandin. DBP bi dayîna perwerdehiyê tê sûcdarkirin. AKP û MHP vê nakin? Qadroyên xwe perwerde nakin? Tê îdiakirin ku odeyeke kozmik a DBP’ê heye: Polîs piştî 3 mehan bi ser de digire, odeyeke wisa derket holê? Tê gotin ku di jêrzemînê de perwerdehiyên rêxistinî û civîn hatine kirin. Jêrzemîna DBP’ê tune ye. Dadgehê ev yek qet lêkolîn kir?”   Parêzer Yûnûs Mûratakan jî anî ziman ku mafê muwekîlê wî yê civîn û xwe pêşandanan, azadiya îfade û raman hatiye binpêkirin û wiha got: “Tenê Keskîn Bayindir li vir nayê darizandin, partiya siyasî ku beşeke civakê ya mezin deng didê tê darizandin.” Mûratakan dazanîn ku lêpirsînên derbarê partiyên siyasî de peywîra Serdozgeriya Komara Dadgeha Bilind e lê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê bi rê ve birin.   BIRYARA BERDANÊ    Dadgehê piştî parastinan navbereke kurt da û biryara tehliyekirina Bayindir da.