Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-03-22 12:20:29   AMED - Zarok jî di nav de nêzî 200 kesên ku duh di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin di saetên serê sibê de hatin berdan.    Duh piştî Newroza Amedê ya dîrokî polîsan mudaxileyî ciwanên meşiyan kirin û zarok jî di nav de nêzî 200 kesan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî li Akademiya Polîsan a li ser rêya Farqînê îfadeyên wan hatin wergirtin di saetên serê sibê de hatin berdan. Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin bi îdiayên “Li dijî qanûna Meş û Xwepêşandanê ya bi Hejmara 2911’an derketine” û “Li hemberî polîsan li ber xwe dane” hatine binçavkirin.