Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin 2023-03-21 16:25:40   STENBOL - Danişîna doza ku Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midurê ji Karên Nivîsan Berpirsyar Osman Akin jê tên darizandin hate taloqkirin.    Danişîna doza ewil a derbarê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midurê ji Karên Nivîsan Berpirsyar Osman Akin ên îdiayên rêveberê çete yê girêdayî dewletê Sedat Peker ên têkildarî Xwediyê Medyaya Tûrkûvazê Serhat Albayrak ê kekê Berat Albayrak ê Wezîrê Enerjiyê yê berê de kirin nûçe hatiye vekirin, hate dîtin. Danişîna bi îdiayên “heqaret” û “bêbextiyê” li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye hate dîtin de Akin û parêzerê wî tev li bûn.    Di danişîna bi tespîta nasnameyan û xwendina kurteya îdianameyê dest pê kir de Akin parastin kir. Akin ê îdiayên derbarê xwe de redkirin, îfadeya xwe ya li dozgeriyê dubare kir û daxwaza parastina zêdek kir. Parêzerê Akin jî anî ziman ku tev li parastina muwekîlê xwe dibe. Parêzerê bersûc jî bi lêv kir ku ji Akin gilîker e.    Dadgehê biryar da ku li benda înfaza fermana girtinê ya derbarê Çelîk de hatiye dayîn bisekine û danişîn taloqî 19’ê îlona 2023’yan kir.