Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin 2023-03-21 13:48:19   AGIRÎ - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel di Newroza Bazîdê axivî û got: “Wê ev Newroz bibe wesîleya berdana girtiyan, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û bihîstina dengê wî.”    Li navçeya Bazîdê ya Agiriyêbi beşdariya hezaran kes pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Pîrozbahiyê bi meşa ber bi qada Newrozê ve dest pê kir. Di pîrozbahiyê de kêliyek jî dengê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” kêm nebû û gel bênavber azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîr kir.    Bernameyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên erdhejê dest pê kir. Hevserokên HDP’ê yên Bazîdê Gonul Ozturk û Serhat Ceylan axivîn û cejna gel pîroz kirin û diyar kirin ku ew li her derî li dijî zilmê Agirê Newrozê pêxistine.    ‘NEWROZ YEKITIYA ME YE’    Piştre jî endama Desteya Lihevkirinê ya HDP’ê Dîba Keskîn axivî û got: “Newroz gelê kurd e. Newroz bajar û çiyayên Kurdistanê ye. Îro di dilê her kesî de ev agir gur bûye. Li pêşiya me hilbijartinek girîng heye. Newroz ji bo yekitiya me kurdan girîng e. Heke em xwedî li hev dernekevin wê mirin û zim bibe para me. Heke em xwedî li hev derkevin, wê siberoja bibe ya me. Em bi van hestan ber bi hilbijartinê ve diçin.”    ‘NEWROZA AZADKIRINÊ YE’    Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel jî gotinên “Silav li hevrêyên me li girtîgehan û birêz Ocalan be” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Hin kes bi polîtîkayên şaş, dixwazin birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Lê ev ne mimkûn e. Kes nikare vê felsefeyê, hêvî û baweriyê bide jibîrkirin. Bila kes ranebe û gelê kurd nexapîne. Çi dibe bila bibe wê tecrîd rabe û em ê carek din wî dengê pîroz bibihîzin. Îktidara AKP-MHP’ê niha dixwaze kurdbûnê ji holê rake. Yên ku dibêjin pirsgirêkên kurdan tune ne, derewan dikin. Wê gelê me hesabê tiştên ku hatiye serê wan bixwaze. Niha li Bazîdê xiyanetê ava dikin. Hin kes dibêjin, ‘bêpartîbûn jî dibe’. Em ê hesabê yên ku xiyanetê li we dikin bipirsin.”    Temel destnîşan kir ku îktidara ku dijminatiya gelê kurd dike niha li pey planên nû ye û wiha axivî: “Roja 14’ê Gulanê ji bo me roja hesabxwestina êrişên li ser Rojava, Komkujiya Roboskî, Komkujiyên Cizîrê û bajarên erdhejê ye. Gelê kurd bi êrişên mezin re rûbirû ye. Dagirkirina rojavayê Kurdistanê hê jî didome. Polîtîkayên qetlîamê yên li dijî gelê rojhilatê Kurdistanê didome. Li başûrê Kurdistanê xiyanet didome. Heta ku gelê kurd statûya xwe bi dest bixe wê qetlîma li serê berdewam bikin. Ez ji vir gazî her kesî dikim; werin em di bin sîwana partiya me de xwe bi rêxistin bikin û hesabê hemû tiştên qewimîne bixwazin. Wê ev Newroz bibe wesîleya berdana girtiyan, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û bihîstina dengê wî.”    Piştî axaftina Temel agirê Newrozê hat pêxistin û li derdora agir govend hat gerandin. Ciwanan bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî li ber coşa stranan bi dawî bû.