Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn 2023-03-21 13:20:16   AMED - Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê di dema pîrozbahiya Newrozê de hate qetilkirin ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ve bi qurnefîlan hate bibîranîn.    Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê di dema pîrozbahiyên Newroza Amedê ya 2017’an de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li ser Cadeya Evrîm Alataş ku lê hatibû kuştin hate bibîranîn. Kûrkût ji aliyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Berdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ve li cihê lê hate qetilkirin bi qurnefîlan hate bibîranîn.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê di bîranînê de axaftineke kurt kir wiha got: “Newroz roja hêviyê jiyana nû ye. Newroz roja ku coşa jiyanê lê zindî dibe ye lê ji sala 2017’an ve agirekî ku di her Newrozê de hildibe heye. Navê vî agirî: Kemal Kûrkût e. Kemal Kûrkût li ber çavên cîhanê, li ber çavan li vir hate qetilkirin. Em wî careke din bi hezkirin û rehmet bi bîr tînin. Tenê bi qetilkirinê neman. Lêpirsînên dihatin birêvebirin û dozên hatin vekirin yek bi yek hatin girtin biryarên beraetê hatin dayîn. Cînayeta ku bi awayekî zelal hate kirin bi destê darazê û hin organên dewletê ve hat veşartin. Lê ew biryar ji bo derbasdar nînin. Kesên ku birayê me Kemal qetilkirin, me di dil û hişê xwe de mehkûm kirin. Me soz da ku em ê birayê xwe Kemal bidin jiyîn. Kemalê hêja ji bo em vê soza xwe bigirin hemû gelên me herî zêde jî ciwan li her qada têkoşînê ne û ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve. Tu jî weke sembola serkeftina vê têkoşînê wê her tim di dilê me de bî.”   Piştî axaftinan siyasetmedar, qurnefîl danîn cihê ku Kûrkût lê hate qetilkirin û derbasî qada Newrozê bûn.