Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye 2023-03-21 13:06:04   AMED - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku Newroz vîna çareseriyê ye û wiha got: “Deklarasyona Newroza 2013’an a birêz Ocalan ji bo roja me jî derbasdar e.”    Li Amedê fînala Newrozê tê pîrozkirin. Hêrs û serhildana di pîrozbahiya Newrozê de her ku diçe zêdetir dibe. Herikîna ber bi Qada Newrozê ve hêj berdewam e. Dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” li qadê olan dide. Berstûhk û posterên Amedsporê ku rastî êrişa nîjadperest hatibû li qada Newrozê balê dikişînin û peyamên piştevaniyê tên dayîn.    UÇAR: DILÊ HER KESÎ LI VÊ DERÊ LÊ DIDE   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar Newroza gel bi zaravayê kirmanckî pîroz kir û wiha got: “Merhaba gelê Newrozê yê hêja. Newroza me bila wesîleya jiyaneke azad, pêşerojeke azad û serdemeke hilweşandina rejîma yekzilam. Newroz, Amed e. Berxwedana gelê Amedê Newroz e. Îro bi hezaran rêhevalên me yên li sirgunê û li çar aliyên cîhanê gel Newroza Amedê dişopînin. Dilê her kesî li vê derê ye. Ji her çar aliyên cîhanê dilê her kesî li Amedê lê dide.”    NEWROZA HER KESÊN TÊKOŞÎNÊ DIRÊSIN PÎROZ BE    Bi domdarî Uçar ev tişt anî ziman: “Newroza hemû jinê li dijî tundiya mêrê serdest têdikoşin û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ji xwe re kirine rêber, pîroz be. Newroza her kesên li dijî talankirina xwezayê têdikoşin û xwezayê diparêzin pîroz be. Newroza hemû berxwedêrên îro ji ber têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê di zindanan de ne, pîroz be. Di serî de gelê kurd, Newroza hemû gelên li dijî pişaftinê û înkarê têdikoşin û ji bo parastina hebûna xwe têdikoşin, pîroz be. Newroza hemû kesên tevî zextan jî li dijî rejîma yekzilamî têdikoşin, pîroz be.”    GEL PIR ZÛ DE FATÛREYA ÎKTÎDARÊ BIRIYE   Di berdewamê de Uçar got ku Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me pir zû de fatûreya îktîdarê biriye. Dê biçin û em ê wan bişînin. Erdheja bi serê me hatî ne tenê karesateke xwezayî bû. Ji ber ku îktîdarê tevdîr negirtin, ji ber ku çavên xwe li rantê girtin û ji ber ku bacên erdhejê pêşkeşî alîgirên xwe kirin, erdhej veguherî karesatê. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Tevî hemû zext û astengkirina jî gel piştevaniyeke civakî birêxistin kir. Vê jî nîşan da ku jiyaneke nû pêkan e. Ev serdema nû jî rêbera me ye. Dê 14’ê gulanê bibe dawiya siyaseta îktîdara AKP’ê û Rêya Sêyemîn meşa xwe bidomîne. Weke Partiya Çep a Kesk em soza vê didin.”    ‘NEWROZ ÎRADEYA ÇARESERIYÊ YE’   Uçar, got ku Newroz vîna çareseriyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Di esasê xwe de Newroz vîna çareseriyê ye. Di Newroza 2013’an de tam li vê qadê, li Amedê deklarasyona birêz Ocalan hate xwendin. Wê demê li vê qadê got ku dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de berpirsyartiyê li xwe bigire û bersiv dabû îktîdar û dewletê. Ew deklarasyon hêj îro jî derbasdar e. Newroza Amedê ya ku em îro dibînin, hem li dijî şerê tê meşandin û hem jî li dijî tecrîda girankirî nîşan dide ku ji bo çareseriyê ber bi dawiyê vê tên. Ev qad berpirsyartiyê li xwe digire. Bila sala 2023’yan bibe sala Tirkiyeyeke demokratîk, Tirkiyeyeke bê tecrîd û bê şer.”