Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ 2023-03-21 11:07:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Li 9 navend û navçeyan bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” agirê Newrozê hate vêxistin.    Fînala Newroza îsal ku diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin, li 9 navend û navçeyan tê lidarxistin. Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Panos, Bazîd, Cîhanbeylî, Çanakkale, Bandirma û Golanê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” agirê Newrozê hate vêxistin.