Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin 2023-03-21 11:01:36 AGIRÎ – Bi hezaran kes ji saetên serê sibehê ve li pêşiya avahiya HDP’a Bazîdê kom bûn û ber bi qada Newrozê ve meşeke bi meşaleyî li dar xistin.    Yek ji navendên ku Newroz bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” lê tê pîrozkirin jî navçeya Bazîd a Agiriyê ye. Agirê Newrozê dê li Garaja Şaredariyê bê hilkirin û xelkê navçeyê hêdî hêdî diherike qada Newrozê. Gelek kesên li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ba hev, ber bi qada Newrozê ve meşa meşaleyî li dar xist. Newroz, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk tê pîrozkirin. Xelkê Serhedê ji saetên serê sibehê ve ji gund û navçeyan berê xwe dan navenda bajar û piştre jî bi mînîbûsan ber bi qada Newrozê ve hatin veguhestin.    Li qada Newrozê pankartên "Jin, jiyan azadî", "PKK gel e, gel li vir e” û “Em amade ne” hatin vekirin û girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Newroz" berz kirin.   BI MEŞALEYAN BER BI QADA NEWROZÊ VE MEŞIYAN   Bi hezaran kesên kesên li pêşiya avahiya HDP’ê kom bûn, bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve meş li dar xistin. Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan azadî" berz kirin û welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan. Herikîna gel a ber bi qadê ve hêj didome û li noqteyên lêgerînê doreke dirêj çêbûye. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşm tên berzkirin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de û di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel û Endama Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Dîba Keskîn dê di pîrozbahiyê de biaxivin.    PANOS    Li gel ku li navçeya Panosê hewa di bin pileya sifrê de ne jî gel ber bi qada Newrozê ve dimeşe. Newroza ku her sal li qada şaredariyê dihat pîroz kirin, îsal li pişta Otogara Panosê tê pîrozkirin. Welatî bi otobûsên li navenda navçeyê û taxan ber bi qada Newrozê ve tên veguhestin. Qada Newrozê bi alayên HDP û Partiya Çep a Kesk û pankarta mezin a bi nivîsa “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatiye xemilandin. Dê parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan û Abdullah Koç tev li pîrozbahiyê bibin.    ERDEXEN    Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Golan a Erdexanê jî li pêşiya avahiya HDP’a navçeyê tê pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum dê di pîrozbahiyê de biaxivin.