Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê 2023-03-21 10:48:48   MÊRDÎN - Li Newroza Nisêbînê, welatî bi cil û bergên xwe yên netewî diherikin qadê. Xelkê Nisêbînê, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Newrozê” Newrozê pêşwazî dike.   Îsal Newroz bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” tê pîrozkirin. Yek ji navendên ku Newroz lê tê pîrozkirin jî Nisêbîna rengîn e. Qada Newrozê bi flamayên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hatiye xemilandin. Her wiha li ser dikê pankarta “Newroz pîroz be” û “Her der Newroz, her dem azadî” hatine daliqandin.    Welatî ji du milan ve tên qadê û polîs ser xelkê lêgerîn dike. Xelkê Newrozê ku bi cil û bergên xwe yên netewî diherikin qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Newrozê”, “Jin jiyan azadî”, “HDP’ê gel e, gel li vir e” û “Bijî Kurdistan” bo coşek mezin Newrozê pêşwazî dikin.   Wê Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Mehmet Ruştu Tiryakî di bernameyê de biaxivin. Her wiha hunermend Mervan Tan û Koma Dengê Jinên Azad jî wê li ser dikê bistrên.