Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin 2023-03-21 09:15:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes bi boneya pîrozkirina Newrozê li Qendîlê hatin ba hev, meşale vêxistin û Newroz pîroz kirin.    Bi hezaran kes li herêma Qendîlê ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatin ba hev û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û li ser girên bilind agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan piştre jî ji giran ber bi jêr ve meşa meşaleyî li dar xistin.