Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn 2023-03-20 17:25:38   MÊRDÎN - Li Nisêbînê kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin, bi qurnefîlên ku li ser Pira Şehîdan avêtin Çemê Çag hatin bibîranîn.    Kesên di Newroza 1992’yan a Nisêbîna Mêrdînê de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Gelek kes tev li bîranîna ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên navend û navçeyên ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ve li ser Pirsa Şehîdan hate lidarxistin bûn. Li ser pira ku bi girseyî hatin ser qurnefîl avêtin Çemê Çagê. Dema qûrnefîl diavêtin çem, Dayikên Aştiyê wiha gotin: “Oxir be ji we re Şehîdên Kurdistanê.”   BANGA NEWROZÊ     Piştî bernameyê girseyê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya sibê li Qada Newrozê ya Berê ya li hemberî Parka Cegerxwîn a Taxa 8’ê Adarê were pîroz kirin, bang kir. Girseya ku li tax, cihên bazaran û navenda sûkê belavok belavkirin, Newroza gel pîroz kirin û banga tevlibûna pîrozbahiyê kirin.