Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin 2023-03-20 17:11:54   ÊLIH - Amedspor a bû mevanê Batman Petrolsporê, maç 1 û 0 qezenç kir û 3 pûanên girîng wergirtin.    Amedspor a di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe di hefteya 26’emîn de bû mevanê Batman Petrolsporê û ew têk bir.    Amedspor a duh hate Êlihê di ketina navçeya Bismilê de ji aliyê girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin. Li Êlihê jî alîgirên Batman Petrolsporê hate ber deriyê otela ku Amedspor lê dima, lîstikvanên tîmê bi çepik û dirûşmeyan pêşwazî kirin. Rêveberiya Amesporê û lîstikvanan spasiyên xwe pêşkeşî alîgiran kirin. Beriya maça ku saet di 14.00’an de li Stadyûma Yenîşehîr a Êlihê hate lîstin, lîstikvanên her tîman alîgir bi hev re silav kirin.    3 PÛANÊN GIRÎNG   Beşa yekemîn a maçê 0-0 xelas. Di beşa duyemîn a maçê de ji Batman Petrolsporê Ferdî Konak di deqiqeya 57’an de piştî qertê zer ê duyemîn, qertê sor wergirt. Piştî vê deqîqeyê şunde tîma wî 10 kes man. Di deqîqeya 59’an de Mehmet Gurkan Ozturk ji penaltiyê gol avêt û Amedspor 1 û 0 pêş xist. Piştî ku di maçê de çu golên din nehatin avetin Amedsporê, Batman Petrolspor 1 û 0 têk bir û 3 pûanên girîng wergirtin.    AMEDSPOR NÊZÎ RÊZA YEKEMÎN BÛ   Amedspor a pûanên xwe derxistin 47’an, bi Çorûmspora di rêza yekemîn de ye re ferqa pûanan daxist yekê. Piştî maçê lîstikvanên her du tîman alîgir bi hev re silav kirin û dîmenên piştevaniyê derketin holê. Ji bilî hezaran alîgiran Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Sedef Ozdemîr jî maç temaşe kirin.