Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin 2023-03-20 13:30:41 XARPÊT - Li navçeya Depê ya warê Mazlûm Dogan e ku yek ji remzên Newrozê ye agirê Newrozê hat pêxistin. Parlamenter Necdet Îpekyuz axivî û got: “Kawayan li dijî Dehaqan, Mazlûman li dijî zilmkaran serî rakir û bi ser ketin. Îro jî roj roja me ye. Em ê bi ser bikevin.” Li warê Mazlûm Dogan ê yek ji pêşengên PKK’ê ku di Newrozê de li Zindana Amedê bedena xwe şewitand, agirê Newrozê geş bû. Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk ve li navenda navçeya Depê ya Xarpêtê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” pîrozbahiya Newroz hat hat kirin. Girseyek qelebalix li qada Newrozê kom bû. Rêveberên Komeleya Elêwiyan a Depê, rêveberên Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Bernameyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên erdhejê dest pê kir.    ‘EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ BI GELÊ XWE RE BIN’   Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Asya Kolçak axivî. Kolçak bal kişand ser erdhejê û bandora wê û got: “Ev erdhej birînek mezin li me vekir. Mixabin bi hezaran canên me mirin û bi hezaran kes birîndar bûn. Em vê Newrozê jî diyarî giyanê wan dikin. Em ê her tim bi ruhê Newrozê piştevaniya gelê xwe bikin.”    ‘MAZLÛM LI DIJÎ ZILMKARAN SERÎ HILDA’    Parlamenterê Necet Îpekyuz bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Wek tê zanîn erdhejek mezin rûda. Bîlançoya wê mezin bû. Sedemê vê jî îktidara AKP’ê û rêveberiya wê bû. Me bi hev re arîkariya hev kir. Ew nebûn, em hebûn. Neweroz şahî ye, lê belê îsal ji bo qurbaniyên erdhejê şîn heye. Newroz tenê ne şahî ye, serhildan e jî. Îsal jî em Newrozek ya mizgîniya serkeftinê li dar dixin. Çawa ku Kawa li dijî Dehaqan, Mazlûm li dijî zilmkaran agirê serhildanê pêxist û em îro jî li dijî Dehaqên serdemê serhildana xwe digihînin serkeftinê. Em ê li dijî vê îktidara îhmalkar bi ser bikevin. Em ê wan bişînin. Wê yekitiya me û piştevaniya me berfireh bibe.    TECRÎDÊ KIRINE ŞÊWEYÊ RÊVEBERIYÊ    Newroz têkoşîn û serhildanek mezin e. Newroza Amedê ku lê nameya birêz Abdullah Ocalan hat xwendin tê bîra we. Çawa ku ew pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û tecrîd bû şêweyê rêveberiyê şûnve krîz zêde bûn. Her ku diçe Tirkiye ber bi hilweşandinê ve diçe. Li pêşiya me jî hilbijartin heye. Em ê di vê hilbijartinê de wan bişînin. Digotin HDP qediyaye, HDP gel e, ne kesek e. Gelê me partiya xwe û xwe jî baş nas dike. Em ê li dijî wan bi hev re li ber xwe bidin.”    Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî li ber stranên hunermend Ehmed Jiyara di dawî bû.