Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe 2023-03-20 13:23:46   MÛŞ - Gelê navçeya Milazgirê bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serkevin” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin.    Xelkê Milazgir a Mûşê Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Piştî 5 salan destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn û qada Newrozê bi alayan hatibû xemilandin. Xelkê Milazgirê li qada pîrozbahiyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Newroz” berz kirin.    Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.    YEKITIYA NETEWEYÎ YA GELÊ KURD   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier di pîrozbahiyê de axivî û got ku ji ber erdhejê di şînê de ne. Taşçier, bi domdarî wiha got: “Lê em li dijî van polîtîkayên rantê, li qadên Newrozê li ber xwe didin. Em vê Newrozê weke bertekeke li dijî tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Gelê me yê hêja, azadiya gelê kurd bi yekitiya neteweyî pêkan e. Bo me tişta herî girîng, avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Xebatên me yên ji bo vê didomin. Mîna vê qadê, divê em li her qadê bi hev re bin. Sed salê berê li Lozanê welatê me Kurdistan kirin çar parçe û werin em bi Newrozê dîsa bikin yek.”    'ÊM Ê ÎKTÎDARÊ BIAVÊJIN SERGOYA DÎROKÊ’   Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun axivî û diyar kir ku Newroz sembola berxwedana li dijî zilmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mizgîniya jiyana nû, îradeya lehengiyê ye. Newroza we tevan pîroz dikim. Bi hezaran sala ye li xaka Mezopotamyayê agirê Newrozê venemiriye. Li xaka Kurdistanê tê wateya serhildan û berxwedana li dijî zilmê. Di şexsê Mazlum Dogan de ku bedena xwe bi sê zilikên şixatê kir agirê Newrozê, ez careke din Newroza we pîroz dikim. Newroza îsal em ji ber qurbaniyên erdhejê bi xemgîniyeke mezin pêşwazî dikin. Em bûn şahidên kêrnehatiya saziyên dewletê û bêtevdîriya wan. Xelkê me bi rojan di bin kavilan de terkî mirinê kirin. Me dît ku saziyên dewletê tenê dema mijar dibe kurd derdikevin holê. Me ji êrişên duh dît ku tehemûla wan a bo Newrozê tune ye. Lê em careke din dibêjin ku dê zext, binçavkirin û êrişên wan nekarin serî bi me bidin tewandin. 14’ê gulanê ji bo komareke demokratîk firsendeke dîrokî ye. Em ê di 14’ê gulanê de vê îktîdara zordest biavêjin sergoya dîrokê. Heta ku em azad dibin û wekhev dibin dê têkoşîna xwe bi ruhê Newrozê bidomînin.”   TECRÎD   Di berdewamê de Coşkun bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Polîtîkayên li ser dijminatiya kurdan tên meşandin tê wateya girankirina tecrîdê û domandina polîtîkaya şer e. Rêya çareseriyê Îmrali ye. Rêya çareserî birêz Abdullah Ocalan e ku dibêje ‘ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.’ Li dijî vê tecrîda girankirî û polîtîkayên şer, em ê jiyana demokratîk û azad ava bikin.”   AGIRÊ NEWROZÊ HATE HILKIRIN   Piştî axaftinan, rêveberên HDP û Partiya Çep a Kesk agirê Newrozê hil kirin.    Welatiyên ku li dora agirê Newrozê xelekên govendê gerandin, dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serkevin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan bi dawî bû.