Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin 2023-03-20 11:26:40 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê diyar kir ku yên ku di hilbijartina 2023’yan de qala edaletê nekin dê têk biçin.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 728’an de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû, nekarî îro tev li Nobeta Edaletê bibe. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibehê de hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û çalakî domand.    Malbatê têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Em di rêya heq û li pey edaletê ne. Yên ku di hilbijartina 2023’yan de qala edaletê nekin dê têk biçin.”