Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin 2023-03-20 10:07:59   BÛRSA - Polîsan vê sibehê avêt ser mala Hevserokê HDP’a Bûrsayê Mehmet Dîlek û ew kirin binçavan.    Polîsan serê sibehê avêt ser mala Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bûrsayê Mehmet Dîlek. Polîsan di serdegirtinê de Dîlek kirin binçavan û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Nehat zanîn ku Dîlek ji ber kîjan sedemê hatiye binçavkirin.    Hat zanîn ku duh piştî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Yildirima Bûrsayê gelek kes hatine binçavkirin.