Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e 2023-03-20 09:02:41   AMED - Fînala Newrozê sibê dê li Amedê bê kirin. Parlamenterên HDP'ê destnîşan kirin ku Newroza îsal hem ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hem jî ji bo gelên Rojhilata Navî pir girîng e û gel vexwandin qada Newrozê.    Li Amedê gel, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, ked û pîşeyî ji bo fînala Newrozê amade ne. Newroza îsal dê bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem Azadî” sibê li Qada Newrozê ya li navçeya Rezanê bê pîrozkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Aktîvîsta TJA'yê Gulistan Sonuk, Siyasetmedar Ahmet Turk û Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç wek axiver dê tev li Newrozê bibin.    Her wiha hunermend Şêrzat, repbêj Reqso, Ronî Artîn û Sîmyager, Koma Aryen û Grup Îsyan Ateşî jî li ser dikê dê bistrên.    Parlamenterên HDP'ê gotin: "Newroza îsal hem ji bo birêz Abdullah Ocalan hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn pir girîng e."     BERPIRSIYARÎ   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn got: "Her sal bi kelecaneke mezin me qadên Newrozê tije dikir, lê îsal em ê bi xemgîniyeke mezin biçin qadên Newrozê. Em ê bi dûrîşmeya 'Her der Newroz, her dem azadî” Newrozê peşwazî bikin. Em ê bi cilê reş biçin qadê û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. Ev Newrozeke gelekî girîng e. Em ber bi hilbijartinê ve diçin. Di pêvajoyeke wiha de ku erhej çêbû û tecrîdeke giran li ser Tirkiye û Kurdistanê heye em Newrozê pîroz dikin. Banga min ji bo gelê Amedê; roja sêşemê saet di 10:00'an de werin qada Newrozê û bi serfirazî biqîrin 'her der Newroz, her dem azadî.' Di her Newrozê de dirûşmeyek derdikeve holê. Divê her kes ji bo birêz Ocalan rol û misyona xwe bileyîze. Newroza îsal hem ji bo birêz Ocalan, hem ji bo Rojhilata Navîn û azadiya Kurdistanê gelek muhîm e."   'EM Ê BIRÎNÊN XWE BICEBIRÎNIN'   Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş jî diyar kir ku Newroza 2023'yan ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye û hemû gel vexwand qada Newrozê. Taş bibîr xist ku ew Newrozê di bin siya erdhejê de pêşwazî dikin, lê di Newrozê de rêya bi hev re cebirandina birînan bi piştevanî û beşdariyeke xurt pêkan e.    LI DIJÎ TECRÎD Û ÎNKARÊ NEWROZ   Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî got: Newroz ji bo gelê kurd berxwedan e. Bi taybetî jî Newrozên Amedê bi beşdariya bi milyonan xwedî girîngiyeke mezin in. Belkî ji ber kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi coş neyê pîrozkirin, lê ez bawer dikim ku dê gelê me qadan tije bike û li dijî tecrîdê, pergalê û înkarkirin berteka xwe nîşan bide û ruhê serîhildanê bide der. Em tevî gelê xwe li qadê Newrozê pîroz bikin."    PEYAMA OCALAN A 2013'AN    Parlamenterê yê Amedê HDP'ê Îmam Taşçier jî wiha got: "Newrozê her sal peyamên xwe cuda daye. Di Newroza Amedê de jî her dem payemên cuda hatine dayin. Di 2013’an de jî nameya birêz Ocalan hat xwendin û hat pejirandin. Daxwaz jî di Newrozê de yek bi yek hatin gotin. Em li pişta wan daxwaza ne, em dixwazin gel li ser axa xwe desthilatdar be û bi aştiyekê ev pirsgirêka kurd çareser bibe. Yekîtiya gelê kurd pêwîstiyek e. Heta ku gelê kurd yekîtiya xwe ava neke bi ser nakeve. Em dixwazin Newroz bibe gavek ji bo yekîtiya gelê kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê. Em bi vê yekîtiya xwe bi dest bixin. Dîsa qîmeteke vê Newroza 2023’yan heye, sed saliya Lozanê ye. Em dîsa jî seda sal in dibin bandor û dagirkeriya dewletan de ne. Em dixwazin di vê sedsalê de ji vê dagirkeriyê azad bibin. Li ser axa xwe em xwe îdare bikin. Em bi vî awayî li Newrozê dinerin. Em dixwazin gelê kurd, gelê Amedê were Newrozê. Di Newrozê de em ê peyamên xwe yên ji bo azadiyê û wekhevîyê bidin û ev Newroz bila bibe destpêka yekîtiya gelê kurd."    MA / Mehmet Guleş