Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan 2023-03-19 20:47:38 ENQERE - Di Newroza Enqereyê îşaret bi tecrîd, erdhej û hilbijartinên 14'ê Gulanê hat kirin û hat gotin ku desthilata AKP-MHP'ê rêwî ye.    Li Enqereyê Newroz bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” Anitparkê hat pîrozkirin. Li qadê pankaratên "Em ê kapîtalîzmê bi ruhê Newrozê kavil bikin" û "Em ê bi ruhê kesên ku bedena xwe bûne Newroz tecrîdê bişikînin û faşîzmê têk bibin" hatin daliqandin. Girseyê dirûşmeyên "Newroz pîroz be", "Bijî biratiya gelan", "Jin, jiyan, azadî" û "Dewleta kujer dê hesab bide" hatin berzkirin. Polîsan nehişt flama û pankartên têkildarî erdhejên Mereşê daxilî nava qadê bibibin. Li ser pankartan "Ne erdhej, cinayet" û "Hikûmet îstifa" nivîsandî bûn.    Di şexsê Kemal Kûrkût de ji bo hemû kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, bername dest pê kir.   Di bernameyê de metna hevpar a Hêzên Ked û Demokrasiyê ji aliyê Huseyîn Gokoglû ve hat xwendin. Paşê Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren ku keça wê Eylem Şafak ji ber îhmalkariyên li herêma erdhejê de jiyana xwe ji dest da axivî.    Onerenê ku got "Ez bi hêrsa milyonan hatime" diyar kir ku ew ji bo ku hêrsa xwe veguherînin serîhildanê îro li qadên Newrozê li hev kom bûne û got: "Di 6'ê Sibatê de awayê jehra Dhaqaê zalim danîn ber me. 3 rojan li ber çavê her kesî gelan bi mirinê re rû bi rû hiştin. Ji me re gotin ji nav mirinan mirinê hilbijêrin. Bedena me di bin kavilan de me, lê ê wan jî wijdanê wan di bin kavilan de ma. Gava dewletê gel bi mirinê re rû bi rû hiştin, ên bi hawariya me de hatin sosyalîst bûn, şoreşger bûn."    Li qada Newrozê di şexsê siyasetmedarên girtî Sebahat Tûncel, Leyla Guven, Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Keskîn bayindir, Îdrîs Balûken û Selçûk Mizrakli de silav ji hemû girtiyan re hat şandin.    Paşê Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz axivî. Îpekyuz jî bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û got ku gel dê di 14'ê Gulanê de vîna xwe bide der. Îpekyuz bal kişand ser nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2013'an de li Newroza Amedê hat xwendin û got: "Birêz Ocalan digot, dê şer bisekine. 10 sal derbas bûn, lê ev desthilat çi kir? Şer û tecrîdê kûrtir kir."    Îpekyuz destnîşan kir ku ew ê li dijî şer û tecrîdê mil bi mil, di 14'ê Gulanê de siberojê û jiyana nû ava bikin.    Bernameya Newrozê bi stranên hunermend Berfîn Aktayê û Hizir Çelebî bi dawî bû.