Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin 2023-03-19 17:11:16   MANÎSA - Li Manîsayê bi hezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de kom bû. Rêveberê HDP’ê Nacî Sonmez got: “Em ê Tirkiyeyek azadîxwaz û wekhev bi rengên xwe ava bikin.”    Li Qada Lale ya Manîsayê bi beşdariya hezaran kes pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Jin û ciwan bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Ciwanên endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê bi dirûjşm û pankartan meşiyan qada Newrozê.    Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Dayikên Aştiyê û parlamenteran agirê Newrozê vêxist û div ê navberê de dirûşma “Bijî Serokê Apo” hat berzkirin.    Rêveberê DBP’a Manîsayê Hasan Hayrî Dîkîlîtaş axaftina destpêkê kir û got: “Ji vir hezar silav li birêz Abdullah Ocalan be. Hezar silav li cangoriyên azadiyê û qurbaniyên erdhejê be.”    Piştre jî Hevserokên HDP’a Manîsayê û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Manîsayê gel silav kirin û Newroza gel pîroz kirin.    ‘NEWROZ ROJA BERXWEDANÊ YE’    Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Nacî Sonmez bal kişand ser erdhejên navenda wê Mereş bû û got Newroz îro ji bo qurbaniyên erdhejê tê lidarxistin û Newroz roja berxwedanê ye. Sonmez diyar kir ku ew ê îktidarê roja 14’ê Gulanê di sindoqên hilbijartinê de têk bibin. Sonmez anî ziman ku ew ê qet teslîmî hişmendiya serdest nebin û got: “Ji bo em Tirkiyeyek azadîxwaz û wekhev biafirînin em ê bi hemû rengên xwe jiyana nû ava bikin. Em ji bo vê têdikoşin. Em Newroza îsal bikin Newroza azadiyê.”    ‘EM Ê TECRÎDÊ RAKIN’    Sonmez bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Tecrîd ji Îmraliyê dan destpêkirin. Îro her dever hatiye tecrîdkirin. Em gazî gelên Tirkiyeyê dikin. Em ê bi agirê Newrozê tecrîdê rakin.”   DAXWAZA AZADIYA OCALAN    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî axivî û diyar kir ku ji bo têkbirina îktidarê bi biryar in û got: “Îktidar dixwaze bi tecrîda li Îmraliyê aloziyê çeke. Ji siyaseta kurd û dengê Ocalan ditirsin. Ocalan ji bo gelên cîhanê azadiyê dixwaze. Em dizanin heke birêz Ocalan biaxive wê aştiyek mezin jî pêk were. Em azadiya birêz Ocalan dixwazin.”    Hunermend Mihemedê Serhedî derket ser dikê û pîrozbahî li ber stranên wî bi dawî bû.