Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin 2023-03-19 16:38:25   AMED - Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Muharrem Şahîn diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî niha li tevahiya welat belav bûye û wiha got: “Em hiqûqnas dê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin.”    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê hat lidarxistin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirina a Mezopotamyayê (MEYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û hiqûqnas jî tev li kongreyê bûn.    ‘EM Ê DAWIYÊ LI TECRÎDÊ BÎNIN’   Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Muharrem Şahîn di kongreyê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê. Şahîn, axaftina xwe wiha domand: “Li gorî qanûnên heyî û li gorî hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan hene. Lê belê îşkence, zext, zilm û tecrîda ku li girtîgehan tê kirin, êdî veguheriye wehşetê. Yek ji van sepanên herî sereke jî li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di meriyetê de ye. Ev 24 sal in li dijî birêz Ocalan tecrîdeke bênavber heye. Malbat û parêzerên wî bi dehan caran serlêdan kirin lê ev daxwazên wan tên redkirin. Ev 2 sal in jî tu agahî jê nayên girtin û ji bo her serlêdanê jî cezayên disiplînê yên nû weke hincet tên nîşandan. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir û îro niha li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Em hiqûqnas dê dawî li vê tecrîdê bînin.”    ‘EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’   Piştî pêşandana sînevîzyonê jî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û wiha got: “Em dibînin bê ka li vî welatî jiyana mirovan çiqas erzan e. Em ê bi awayekî van rojên zehmet jî derbas bikin. Ji bo ku em doza edalet û mafan dikin, em hiqûqnas weke hedef tên nîşandan û gelek bedelên giran hatin dayîn. Dema ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji bo maf û aştiyê têdikoşiya, hate qetilkirin. Em ê bi hev re xwedî li mîrasa têkoşîna serokê xwe derkevin.”    Piştî axaftinan, ji bo hilbijartina endamên lijneya rêveber a komeleyê hilbijartin hate kirin.