Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin 2023-03-19 16:28:50 STENBOL - Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ê li Qada Yenîkapiyê ji sedhezaran re axivî, diyar kir ku wê bi berxwedana Newroze jiyana nû ava bikin û anî ziman ku li dijî zextan wê tovên li ser vê axê ji nû ve şîn bibin.    Newroza Stenbolê ya 2023’yan a Qada Yenîkapiyê bi hemû hişmendiya xwe didome. Ji serê sibê ve li qada Newrozê ciwan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz dikin.   Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin gel bi kurdî silav kirin. Akin ê got ku “Ji aliyekê em şîna xwe digirin ji aliyê din hewl didin bi berxwedana Newrozê jiyana nû li vir ava bikin” wiha axivî: “Li Cîhanê li Tirkiyeyê û li Rojhilat Navîn zalim hewl didin her cure lêgerîn, berxwedan û têkoşîna me têk bibin. Lê dixapin kevneşopiyên Kawayê Hesinkar îro bi kevneşopiya Kawayê Hemdem didome. Em ji vir band dikin, hûn ê bi ser nekevin û nikarin me têk bibin, ew tovê li ser vê axê wê teqez şîn bibe û em ê we têk bibin.”   ‘EM Ê DI 14’Ê GULANÊ DE DESTHILATÊ BIŞÎNIN’   Akin, anî ziman ku sedemê her nebaşiya di erdhejê de pêk hat desthilata AKP’ê ye û wiha got: “Pergala yek zilam ku di bin erdhejê de ma hewl dide xwe xelas bike. Lê me ev bi awayekî zelal dît ku heta ev pergal bidome wê tu pirsgirêkên welat neyên çareserkirin. Derew, rant û talana wan heye û wekî din tu sozên wan nînin. Li dijî gelê me yê bi gotina ‘Dewlet li ku ye’ qîr kir, polîs û leşkerên wan hene. Em vê dizanin ku em ê di 14’ê gulanê de vê desthilatê bişînin.”   ‘EM Ê KOMARA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’    Akin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî HDP’ê her cure êriş berdewam dikin. Silav li Rêzdar Demîrtaş û Yuksekdag re. Ji vir ji bo wan soza me heye, em bi we re bawer dikin ku hûn ê piştî 14’ê gulanê azad bibin. Em ê vê desthilatê bişînin û komara demokratîk, ekolojîk a nû ava bikin. Vîna jinan a di 8’ê Adarê de îro li qadên Newrozê herkesê silav dike pişt re em ê 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û em ê di 14’ê gulanê de vê desthilatê bişînin. Li dijî hemû zextan HDP ne bi tenê ye. Di vê hevdîtina dîrokî de em amadene ku berpirsyariya dikeve li ser milê me pêk bînin. Pirsa “Partiya Çep a Keskan” kî ye dikin? Partiya Çep a Keskan hûn in, jin in ciwan in. Hûn hene ku em vê desthilatê di 14’ê gulanê de bişînin? Em ê bi hev re serbikevin.”   Piştî axaftina Akin hunermend Gulseven Medar derket ser dikê û stranê xwe yên bi kurdî, tirkî û ermenkî ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gotin.