Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin 2023-03-19 16:15:39 ANTALYA  - Agirê Newrozê yê Antalyayê bi silavkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate vêxistin. Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku dê tevahiya girtiyên siyasî azad bikin.  Newroza Antalyayê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” li pêşiya Eywana Sporê ya Turgut Ozal, bi tevlibûna bi hezaran kesan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir. Bernameya Newrozê bi axaftinên Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Antalyayê Ahmet Kaya û Hulya Hasbay berdewam kir.    Kaya, diyar kir ku berpirsyarê hilweşîna di erdhejê de îktîdara AKP’ê ye û wiha got: “Em dibêjin ku dê îktîdara AKP-MHP’ê di sindoqê de têk bibin. Armanca me komara demokratîk û em ê vê armanca xwe pêk bînin.”    Piştre jî Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, endama MYK’a HDP’ê Sûltan Ozcan, rêveberên rêxistina HDP’ê yên navend û navçeyan, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Antalyayê Mûstafa Vakît û Ozlem Bahadir derketin ser dikê û li gel tevahiya pêkhateyan agirê Newrozê vêxistin.    Piştî vêxistina agirê Newrozê jî Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Antalyayê Vakît axivî û ev tişt anî ziman: “Tiştên ku em dijîn qeder nîne, encama qetilkirina xwezayê ye. Em ê bi agirê Newrozê têkoşîna xwe mezintir bikin û vê îktîdara rantxwir û terorîst biavêjin sergoyê.” Piştre jî Koma Muzîka Zarokan a Aryenê derket ser dikê û stranên xwe pêşkeş kir.    Endama MYK’a HDP’ê Sûltan Ozcan jî wiha got: “Em amade ne ku ji vê pergalê rizgar bibin. Em amade ne ku di 15’ê gulanê de ji vê îktîdara dijminatiya jinan dike biguherînin.” Axaftina Ozcan, bi dirûşmên “Hikûmet îstîfa bike” û “Bimre faşîzm” hate birîn.    'EM Ê FAŞÎSTAN TÊK BIBIN’   Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul jî bal kişand ser hilbijartinan û ev tişt anî ziman: “Hilbijartina 14’ê gulanê, hilbijartineke jirêzê nîne. Lewma em ê bi hev re li qadan bin û bixebitin. Em ê yek bi yek tevahiya faşîstan bidarizînin. Em xwedî li partî, gel, nirx û zimanê xwe derkevin. Ji bo gelê kurd Newroz tê wateya Kawa, Mazlum Dogan, azadî, wekhevî û edaletê.”    SILAV BO ÎMRALIYÊ ŞANDIN   Bulbul, di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hemû girtiyên siyasî silav şand û wiha pê de çû: “Em ê tevahiya hevalên xwe yên di girtîgehan de azad bikin. Gelê kurd dê xwedî li rabûrdû û dahatûya xwe derkeve. Em ê projeya komara demokratîk pêk bînin.”    Piştre jî qurnefîl li gel hatin belavkirin û bernameya Newrozê bi stranên hunermend Hîvda Gokel bi dawî bû.