Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist 2023-03-19 15:13:15   ÎZMÎR - Li Qada Gundogdûyê xwişka Zekiye Alkan û dayika Denîz Poyraz agirê Newrozê vêxistin.    Li Îzmîrê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li Qada Gundogdû ya Konakê bi tevlibûna bi hezaran dayika Denîz Poyraz a di Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate qetilkirin, Fehîme Poyraz, xwişka Zekiye Alkan a di 21’ê adara 1990’an de li ser sûrên Amedê xwe şewitand Meziyet Çaglar û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist.    Dema agirê Newrozê hate vêxistin dirûşmeyên “Denîz Poyraz nemir e” , “Şehîd namirin” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.    Bername bi silavdayîna gel a Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê û saziyan û axaftinên nûnerên partiyên siyasî didome.