Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan 2023-03-19 15:04:26   MÊRSÎN - Bi dehhezaran kesên tev li Newroza Mêrsînê bûn, bi yek dengî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîriyan.    Newroza Mêrsînê ku bi dirûşma “Her der Newroz, her dem Newroz” li Qada Tirmil a navçeya Akdenîzê tê pîrozkirin, didome. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi dehhezaran kesan ji Mêrsîn, Edene û Osmaniyeyê berê xwe dan qada Newrozê. Tevî baran û sermayê jî bi dehhezaran kesan qada Newrozê tije kirin.    Li qada Newrozê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” olan dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.    Li noqteya lêgerînê ya polîsan destûr nehat dayîn ku postera “Bijî Newroz. Newroz pîroz be” ya Platforma Ked û Demokrasiyê, alayên Amedsporê û pankarta “Berxwedan Behra Spî” bikevin qadê.    AGIRÊ NEWROZÊ BI DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ HATE VÊXISTIN    Agirê Newrozê ji hêla Parlamenterên HDP’ê yên Mêrsînê Fatma Kurtulan û Ridvan Turan û Dayikên Aştiyê bi tililî û dirûşma “Bijî Serok Apo” vêxistin. Hevserokên HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş, Hoşyar Sariyildiz û Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Ozgur Çaglar girse silav kirin û Newroz li gel pîroz kirin.    Piştre jî Peyama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate xwendin. Ciwanên ku formayên Amedsporê li xwe kirin derketin ser dike, girseyê li çepikan xistin, tililî avêtin û dirûşma “Amedspor gel e, gel li vê derê ye” berz kirin.    ‘ÊŞA ME DÊ BIBE XERCA JIYANA NÛ’   Piştî vêxistina agirê Newrozê, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen axivî û ev tişt anî ziman: “Li herêmên erdhejê hesabeke dê were pirsîn û jiyaneke nû ya ku dê were avakirin heye. Em pir xemgîn in. Dê êşa me bibe xerca jiyana nû. Em ê ji îktîdara di dema erdhejê de gel bi tena serê xwe hiştî bipirsin û jiyana nû bi hev re ava bikin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur jî destnîşan kir ku dê di 14’ê gulanê de ji vê îktîdarê rizgar bibin. Ugur, diyar kir ku dewletê di erdhejê de gel terkî mirinê kiriye û wiha got: “Rêya me vekirî ye û em ê wan têk bibin.”    BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ   Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik jî got ku Newroz, agirê azadiyê yê gelan e. Sakik, qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êşa wan, êşa me ye. Faşîzma AKP-MHP’ê di bin kavilan de ma. Em ê di vê hilbijartinê de îktîdara AKP-MHP’ê têk bibin.” Bi domdarî Sakik diyar kir ku dewlet ev sed sal in bi polîtîkaya tunekirin û înkarê gelê kurd birêve dibe û ew ê di vê sedsalê de dawî li vê ferasetê bînin.    Di berdewamê de Sakik bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê tavilê bi dawî bibe.”    Piştî axaftinan jî hunermend Cevdet Bagca, Derya Cengîz û dengbêj derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Newroz didome.