Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne 2023-03-19 14:09:56   STENBOL - Newroza Stenbolê ku gel diherikinê, bi vêxistina agir a endamên Meclisa Dayikên Aştiyê dest pê kir. Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Em dengê vîna li girtîgeha giravê di bin tecride de tê ragirtin in.”   Li Stenbolê li Qada Yenîkapiyê ya navnîşana Newroza 2023’yan e, bi dirûşmeya “Her dem Newroz, her der azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” pîrozbahî dest pê kir. Li qada Newroza ku diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin, hêrsa ciwan û jinan di dirûşmeyên tên qîrkiri nde nîşan dide. Li Yenîkapiya gel diherikinê, daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê qîrkirin.    Ciwanên ku di saetên serê sibê de diherikin qadê bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Abdullah Ocalan agirê Newrozê pêxistin.    Newroza Stenbolê ku pêşkeşvaniya wê Berdevka Meclisa Jinan a HDP’a Stenbolê Gulşen Karasû û Endamê Komîsyona Çandê yê Rêxistina HDP’a Stenbolê Mazlûm Jînda dikin, bi xwendina helbesta Adnan Yucel a bi navê “Zarokên Agir û Rojê” dest pê kir.    JI GELAN RE BANGA YEKITIYÊ    Di bernameya Newrozê ya bi rêzgirtinê dest pê kir de, sînevîzyona ku Partiya Çep a Kesk li ser tiştên di erdheja navenda wê Mereş de qewimîn amade kir hate pêşkeşkirin. Pişt re Serokê Komîteya Amadekar ê Newrozê Volkan Bûlût gel silav kir û gotinên Cegerxwîn ên “Kurdno bibin yek, heke hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek” bi bîr xist û banga têkoşînê kir.    DAYIKAN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIST   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, agirê Newrozê Stenbolê vêxist.    BÎROL: EM Ê SERDEMEKÊ BIQEDÎNIN   Piştî agirê Newrozê hate pêxistin Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî û wiha got: “Newroz roja Kawayan e, berxwedan e. Newroz li Girtîgeha Amedê azadî, li kolanên Cizîrê serhildan e. Îro jî em Newrozên gav bi gav ber bi azadiyê ve pîroz dikin. Ji we hemûyan re pîroz be. Demekê strana ‘Kîne em’ hebû. Bersiva em karker in, jin in, ciwan in, kurd in, em gel in hate dayîn. Em ê niha jî bi ser wan de biçin. Em ê serdemekê biqedînin yeke din vekin.”   ‘EM DENGÊ VÎNA DI BIN TECRÎDÊ DE NE’   Bîrol a got ku “Em dengê vîna li girtîgeha giravê di bin tecride de tê ragirtin in” bal kişand ser tecrîda girankirî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Em kedkar in, li vir in li ser piyan in. Em tên ku pergala we hilweşînin. Îro di dilê me de şîn, keser û xemgînî heye. Ji ber ku bi deh hezaran welatiyên xwe me ji ber vê pergala ku dê hilweşe winda kirin. Heta ku em hesaba welatiyan bipirsin em ê gav bi gav werin û vê pergala we biqedînin. Em bi şîn, keser û hêrsa xwe ve tên. Tu amade yî Stenbol? Tu amade yî vê pergalê biguherî Stenbol?”   ENCU: EM Ê HESABÊ BIPIRSIN   Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu yê bi cil û bergên herêmî derket ser dikê, bi kurdî axivî û wiha got: “Zarokên Kawa Newroza we pîroz be. Ez we ji ber vê sekna we pîroz dikim. Gelê Stenbolê di pêşiya me de hilbijartin hene. Fikirîn ku wê bi girtina HDP’ê ketina wê ya hilbijartinan asteng bikin. Em weke milyonan em ê li qadan hesabê jê bipirsin. Em ê hesaba girtinê jê bipirsin. Bi girtinê, talanê, nikarin vê têkoşînê rawestînin. Ev qad wê hesabê bipirse. Gelê Stenbolê amade ye. Weke gelê kurd, gelên din em ê desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin. Sekna we ji her tiştî re bersiv e. Newroz pîroz be.”