Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir 2023-03-19 12:57:51   MÊRSÎN - Li Mêrsînê tevî ku baran dibare jî bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûn û Newrozê pîroz dikin.    Pîrozbahiya Newrozê ya Mêrsînê li Qada Tirmil a navçeya Akdenîz tê lidarxistin. Li qada Newrozê gel kom dibe. Ji gelek taxên Mêrsînê xelk herikî qadê û her wiha gelek welatî ji Edene û Osmaniyeyê jî tev li Newrozê bûn. Tevî ku baranek zêde li bajêr dibare jî bi hezaran kes li qadê kom dibe. Qad bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk û flamayên kesk, sor û zer hatine xemilandin. Welatî bênavber dirûşmeya “Bijî Serokê Apo” berz dikin.    DENGÊ STRANÊN BERXWEDANÊ OLAN DIDE    Jin bi cilên xwe yên netewî beşdarî pîrozbahî bûn. Li ser dika Newrozê dengê stranên berxewdanê olan dide. Jinan jî stran gotin û welatiyan li wan vegerand.    Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Ridvan Turan, Hevserokê SYKP’ê Cavît Ûgûr, Berdevka TOP’ê Juliana Gozen û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik beşdarî pîrozbahiyê bûn û dê hunermend Cevdet Bagca, Derya Cengîz û dengbêj stranan bêjin.    Pîrozbahî berdewam dike.