Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê 2023-03-19 12:45:02 KOCAELÎ - Li Gebzeyê gel daket qada ku wê agirê Newrozê lê bê vêxistin.    Yek ji navnîşana pîrozbahiyên Newrozê yên bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin jî bû Kocaelî. Li Qada Bazara Girtî ya Mewlana ya li navçeya Gebzeyê ku pîrozbahî dê lê bê lidarxistin, di saetên serê sibê de dest pê kir.    Tevî barîna baranê û hewayê sar daketina qadê didome. Li qada Newrozê pankartên mezin ên bi nivîsê “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatin nivîsîn, alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hatin daliqandin. Şalên kesk û sor û zer û cilên herêmî yên ku jin û zarokan li xwe kirin dîmenên rengîn derxistin holê.    BERNAMEYA NEWROZÊ    Di Newroza ku bi axaftina Hevserokên HDP’a Kocaeliyê dest pê kir de parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Dersîm Dag, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk û Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû wê axaftinê bikin. Pişt re wê hunermend Şahîn Farqîn derkeve ser dikê.