Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene 2023-03-19 12:01:55   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Heta ku li gorî zanîst, edalet, exlaq û hiqûqê tevnegerin, nikare pêşî li karesatan bê girtin.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 727’an de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li paytextê turîzmê yê cîhana Îslamê yê 2023’yan tiştên di dîroka wê de qet neqewimîne derketin holê. Erdhej, lehî, gijlok, ronahiyên ecêb hemû li ser hev hatin. Gelek tiştên divê bên lêkolînkirin hene. Heta ku li gorî zanîst, edalet, exlaq û hiqûqê tevnegerin, nikare pêşî li karesatan bê girtin.”