Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye 2023-03-19 11:56:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Geverê heta Mûşê bi hezaran kes qadên Newrozê tije kirine û dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadan olan dide.    Li bajarên herêma Serhedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Bi hezaran kes qadên Newrozê tije kirin.    GEVER     Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li ber Stadyûma Yenîşehîrê pîrozbahî bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin. Xelkê Geverê li qadê kom bûn. Ji gundan heta navenda navçeyê xelk diherike qadê. Xelkê Geverê wek her sal bi cil û bergên xwe yên kurdewar reng dane qada Newrozê. Li qadê dirûşmên wek “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” berz dikin û li qadê olan didin.    Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyan dê bername dest pê bike. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saît Dede dê biaxivin û Hîvron jî li ser dikê dê bistrê.    TETWAN     Navendek din a pîrozbahiya Newrozê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ye. Pîrozbahî li Qada Fûarê tê lidarxistin û bi hezaran kes li qadê kom bûne. Xelkê navçeyê ji serê sibehê ve hat qadê û welatî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, "Bijî berxwedana zindanan" û “Jin jiyan azadî”  berz dikin. Bi hatina parlamenter û rêveberên HDP’ê re coşa qadê derket asta herî jor.    MÛŞ     Yek ji bajarên ku pîrozbahiya Newrozê lê tê ldiarxistin jî bajarê Mûşê ye. Pîrozbahî li Îstasyona Garê tê lidarxistin. Bi hezaran kes herikîn qadê. Ciwan bênavber dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” berz dikin. Jin bi cilên xwe yên netewî tev li pîrozbahiyê bûne.    Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dê rêz were girtin û piştre bername dest pê bike. Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Omer Ocalan dê li ser dikê biaxivin û hunermend Baran Bozyel jî dê bistrê. Her wiha dê dengbêj kilaman bêjin.