Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ 2023-03-19 11:46:06   ÇEWLIG - Pîrozbahiya Newrozê ya li Çewligê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” dest pê kir. Gel bi cil û bergên kurdî dikeve qadê û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da.    Newroza Çewlikê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” û bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk li Qada Newrozê ya Taxa Sarayê tê pîrozkirin. Li Qada Newrozê alayên HDP û Partiya Çep a Kesk û pankarta "Bila Çewlig weke herêma karesatê bê îlankirin” hatibûn daliqandin. Ligel baranê jî bi sedan welatî ber bi Qada Newrozê ve diherike. Rêxistinên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk ên Çewligê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Herikîna gel a ji gund û navçeyan a ber bi qada Newrozê ve didome.    WELATÎ BI CIL Û BERGÊN KURDÎ DIKEVIN QADÊ   Welatiyên ku tên qadên ji du cihên lêgerînê derbas dibin û piştre dikevin qadê. Jin, mêr û zarok bi cil û bergên kurdî tên qada Newrozê. Di pîrozbahiyê de welatiyan bi dirûşman bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.    Di pîrozbahiya Newrozê de dê Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, endama PM’a DBP’ê Nûrten Uzumcu, Hevserokên HDP’ê yên Çewligê Mihrîban Ekîncî û Feyzûllah Şeyhanoglû, Serokê Komîteya Amadekar ê Newrozê Zayîm Bagbars biaxivin.    Piştî axaftinan jî dê hunermend Evîn Sindî û dengbêjê herêmê Fettah Yalçin derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.    Herikîna gel a ber bi qadê ve didome.