Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê 2023-03-19 11:07:37   STENBOL - Xelkê Stenbolê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi qada Yenîkapiyê ve diherike. Ciwanan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kirin û bertek nîşanî tecrîdê dan.    Newroza 2023’yan ku bi dirûşmên “Her dem Newroz, her der azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê lidarxistin û diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin, li Qada Yenîkapi ya Stenbolê tê pîrozkirin. Pêşengtiya Newroza Stenbolê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike û dika qada pîrozbahiyê bi rengê reş hate xemilandin. Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran kes ji navçeyên cuda yên Stenbolê berê xwe dan Qada Yenîkapiyê. Welatî di ketina qada dê ji noqteyên kontrolê derbas bûn û wisa ketin qadê. Hinek beşên ketina Metroya Marmarayê ji hêla polîsan ve hatin girtin û welatî ji derketina Aksarayê dikevin qadê.    SILAV BO ÎMRALIYÊ ŞANDIN    Tevî barana zêde jî bi hezaran kes herikîn Qada Yenîkapiyê û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate silavkirin û bertek nîşanî tecrîdê dan. Welatiyên ku bi alayên HDP û Partiya Çep a Kesk daketin qadê, dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz dikin.    Herikîna gel a ber bi Qada Yenîkapiyê ve didome.