Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye 2023-03-19 09:00:34   AMED - Hevserokên DBP û HDP'ê yên Amedê ku ji bo Newrozê bang li gelê Amedê kirin gotin: "Newroza îsal dê bibe Newroza şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya gelê kurd."    Li Amedê gel, partiyên siyasî, civaka sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî, ji bo fînala Newrozê amade ne. Li Amedê Newroz dê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem azadî” li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bê pîrozkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar tev li Newrozê bibin. Pîrozbahî dê saet di 10.00'an de bê kirin û tê payin ku bi sed hezaran kes tev li bibin.    Hevserokên HDP û DBP'ê yên Amedê bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û hemû gelê Amedê vexwandin qada Newrozê.    ‘DÊ BIBE SALA ŞIKANDINA TECRÎDÊ'   Hevserokê DBP'a Amedê Fahrettîn Altûn diyar kir ku ew wekî her salê îsal jî li benda beşdariyeke zêde ne û got: "Newroz li dijî paşverûtiyê xwe wekî şoreşeke gel nû dike. Em Newroza îsal di bin bandora erdhejê depêşwazî dikin. Lê dîsa jî em gelê Amedê em ê her derî bikin qada Newrozê. Peyama sereke ya Newroza îsal şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan, li ser hemû girtîgehan û civakê belav bûye. Îsal dê bibe sala şikandina tecrîdê û serketina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd."    ROJA HESABPIRSÎNÊ   Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoyê jî anî ziman ku Newroz nirxa hevpar a gelan e û wiha got: "Ji ber erdhejê bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran mirov jî mexdûr bûn. Di pêvajoyeke wisa de ya ku çarenûsa gelan biguherîne dê Newroz be. Çawa me heya niha li qadên Newrozê daxwaza xwe ya ji bo azadiyê aniye ziman, di heyameke wisa de emê daxwaza gelê kurd a ji bo aştî, azadî û edaletê û daxwaza gelê kurd a ji bo nasnameyê li Newrozê bi dengekî bilind bînin zimên. Newroz hem Newroza gelê kurd hem jî ya gelên Tirkiyeyê ye. Dê ev Newroz bibe Newroza ku em ê bi hêrsa mexdûrên erdhejê hesab ji desthilatê bipirsin. Em ê êşa xwe, hêrsa xwe û berxwedana xwe bikin yek. Ji bo careke din ev êş çênebin em dixwazin hemû gel bibin şahidê vê pêvajoya dîrokî û jinûveavakirinê."    Atasoyê bang li gel kir ku li dora agirê Newrozê li dijî şer aştî û azadiyê biqîre.    SALA 2023'YAN SALA DESTKEFTIYAN E   Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan jî bang li milyonan kir ku li dor peyamên ku dê li qadê bên ragihandin bibin xelek û şahidiyê li destkeftiyan bikin û got: "Em ê faşîzmê bişikînin. Kurd dê her tim û di her Newrozê de bal bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan. Ev tecrîd li ser tevahiya gel tê pêkanîn. Lewma şikandina tecrîdê, tê wateya vekirina rêya aştiyê. Tê wateya vekirina deriyên zindanan. Gelê kurd ji ber ku dizane tecrîd tê çi wateyê, dizane wê çi bike. Dê ji bo şikandina tecrîdê li qadan biqîre. Ez bawer dikim ku dê bi milyonan kes berê xwe bidin qada Newrozê. Sala 2023'yan teqez dê bibe sala azadiyê û destkeftiyan."