Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan 2023-03-18 16:36:25   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mahmut Tat ê ku Swêdê wî radestî Tirkiyeyê kir û xwest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 573’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û gelek kes tev li bûn. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mahmut Tat ê ku êşa penceşêrê li qirika wî ketiye û di 22’ê mijdara 2022’yan de Swêdê wî radestî Tirkiyeyê kiribû. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Mahmut Tat bê berdan” hatin hildan.    DERMANAN NADIN GIRTIYÊ NEXWEŞ   Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn daxuyaniya vê hefteyê xwend û diyar kir ku êşa penceşêra qirikê li Mahmût Tat peyda bûye û dema li Swêdê bû du caran emeliyat bûye û wiha got: “Çawa ku Mahmut Tat anîn Tirkiyeyê wî şandin girtîgehê. Ji bo tedawiya dermanên ku ji aliyê malbata wî ve hatine temînkirin jî lê nedane Mahmut Tat. Dermanên ku gotine heman in dane Tat û tenduristiya wî xerabtir kirine. Divê ji bo dermanan rapor jê re bê derxistin lê hê jî rapor dernexistine. Wî terkî mirinê kirine. Em dixwazin Mahmut Tat bila bê berdan.”