Li Hatayê bekçiyan tundî li mexdûrên erdhejê kir 2023-03-18 13:55:57   HATAY - Li Hatayê bekçiyan heqaret û tundî li H.K. yê hewl da tiştên xizmekî xwe ji xaniyê wî yê hilweşiyayî bigire û M.K. yê di heman avahiyê de rûdine kirin. H.K. yê tiştên qewimîn vegotin, xwest bekçî bên cezakirin.    Li Taxa Elektrîk ya girêdayî navçeya Defne ya Hatayê ku ji erdhejê bi bandor bû, bekçiyan tundî li 2 kesan kir. H.K. yê hewl da ji xaniyê dişa xwe yê hilweşiyayî tiştên wê derxîne û M.K. yê di heman avahiyê de rûdine di vê kêliyê de rastî tundiya dikandaran hatin. Li ser nîşandana bertekê bekçî ji herêmê çûn. H.K. û M.K. çû Nexweşxaneya Sahra ku li pişt Nexweşxaneya Dewletê ya Nû hatiye avakirin rapora derbê wergirt. Pişt re çûn Navenda Polîsan a Wîlayetê û ji sûcê “birîndarkirina bi qestî” giliyê bekçiyan kirin.    H.K. di giliya xwe de diyar kir ku li ser daxwaza dişa xwe ji bo biçin malzemeyên weke klima bigirin bi M.K. yê di heman avahiyê de rûdine re çûne Apartmana Simay û ji bekçiyên piştî demekê hatine cem wan re rewş vegotine, li ser e dewletê nîşanî wan daye ku M.K. jî di wê avahiyê de rûdine û da zanîn kul ê tevî vê yekê bekçiyan klima ji wan wergirtiye û dengê xwe li wan bilind kirine. H.K. bi lêv kir ku li ser pirsa “Hûn çima qîr dikin” li wan kir, bekçiyekê bi gotina “Li vê derê OHAL heye” bi ser û mistan êriş kiriye û di vê kêliyê de bekçiyê ku M.K. digirt jî ew berdaye û bi gazê êrişî wî kirine. H.K. anî ziman ku bekçiyê din jî gotiye “Li vir dewlet nîne, dewlet jî daraz jî em in.”   TUNDÎ Û HEQARET   H.K. bi lêv kir ku piştî êrişa bi gaza îsotê M.K. ew derxistiye derve, dû re bekçiyê mist li wî xistî hatiye cem wî bi kelemçeya bi paş ve li erdî dirêj kirine û ew dane ber pêhnan. H.K. anî ziman ku bekçiye jê re gotiye “Zarokên min hene tu çi dikî” xeber ji wî û zarokên wî re gotiye û jê re gotiye “Here giliyê li Xudayê xwe, li Serokkomarê xwe bike” û qîr kiriye. H.K. da zanîn ku  piştî welatiyên li derdorê bertek nîşandan, bekçiyan bêyî girtekê bigirin kelemçe ji destê wî ve kirin û dûr ketin. H.K. xwest bekçiyên ku giliyê wan kirin bên cezakirin.