Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand 2023-03-18 11:30:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê yên ku di 15’ê Adarê de di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan, peyameke sersaxiyê weşand.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dema şervanên wan ên endamên Yekîneyên Antîterorê ji bo perwerdeyê diçûn bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, du helîkopterên ku hêzên wan vediguhast ji ber rewşa hewayî ketiye û 9 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. QSD'ê aşkere kir ku di qezayê de fermandarê YAT'ê Şervan Kobanê jî jiyana xwe ji dest daye.    Serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê 9 şervanên QSD’ê yên jiyana xwe ji dest dan de peyamek weşand.    Bafil Talebanî di destpêka peyama xwe de ji ber şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan xemgîniya xwe anî ziman û wiha got; “Şehîd Şervan Kobanê û Yekîneyên Antîterorê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Rojava rolek bi bandor leyîstin û xaka pîroz ya Kurdistanê ji destê terorê parastin û dîrokeke tije serwerî qeydkirin.”   Talabanî di peyama xwe de diyar kir ku ew bi dîroka geş a Yekîneyên Antîterorê ya Rojava serbilind e û got “Sersaxiyê ji fermandarên Hêzên Suriyeya Demokratîk, Yekîneyên Antîteror û hemû gelê Kurd, bi taybet xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê re dixwazim.”