Li Êlihê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn: Em li qada Newrozê hesab bixwazin 2023-03-18 10:44:50   ÊLIH - Endama Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê Sedef Ozdemîr banga Newrozê kir û got: “Newroz serhildan e. Em ê bi êş û qêrîna xwe li qadê bin.”    Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bi dawî kir. Newroza Êlihê sibê saet di 10.00’an de li Qada Newrozê ya li kêleka Otogarê were pîrozkirin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî dê beşdarî Newrozê bibin. Hunermend Nûray Balik û Awazên Azad jî li ser dikê bistrên. Tê payîn wek her sal bi deh hezaran kes biherike qada Newrozê.    ‘NEWROZ SERHHILDANA HESABXWESTINÊ YE’    Endama Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Êlihê Sedef Ozdemîr banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê li xelkê Êlihê kir û diyar kir ku ew ê bi coşa 8’ê Adarê cejna Newrozê pîroz bikin. Ozdemîr destnîşan kir ku ew ê li qada Newrozê hesab ji zaliman û dehaqan bixwazin û got: “Newroz serhildan e. Em ê bi êş û qêrîna xwe li qada Newrozê bin. Werin em li qadê hesabê qetlîam û heqê xwe ji berpirsiyaran bixwazin.”