Nexweşxaneya Elkê tevî rapora “Ji erdhêjê re ne qayime” jî nayê valakirin 2023-03-18 09:30:33   ŞIRNEX - Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya ku di sala 2013'an de ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê rapora, "Ji erdhêjê re ne qayîme" amade kiribû. Tevî 10 sal bi ser re derbas bûne jî nexweşxane hê jî nehatiye valakirin. Rêveberî, xebatkarên nexweşxaneyê û gel ji vê rewşa heyî bi fikar in.   Nifûsa navçeya Elkê ya Şirnexê tevî 26 gundan bi giştî 16 hezar û 317'an pêk tê. Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê di bin xetereya hilweşînê û kêm derfetan de xizmeta tenduristiyê ya gel dike. Di 9'ê Kanûna 2013'an de Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê rapora, "Ji erdhêjê re ne qayîme" amade kiribû û ji saziyên eleqeder re şandibû. Lê belê li tevî vê raporê û hewledanên rêveberiya nexweşxanê yên ji bo avakirina nexweşxaneyeke nû jî ev 10 sal in nexweşxane nayê tehliyekirin û gavên pêwîst nayên avêtin. Projeya nexweşxaneya ku 2 sal berê dihat xwestin ku bê çêkirin hate betalkirin û şûna wê ji aliyê Qeymeqamtiya Navçeyê ve hewza olîmpîk, mala mamosteyan û navenda ciwanan hate çêkirin. Nexweşxaneya Elkê di rewşeke gengaz a erdhejê de bi hilweşînê re rûbirû ye.    Di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej pêk hat, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bandorên erdhejê hê jî didomin, lê belê tedbîr nayên girtin. Piştî erdhejê em gihiştin daxwaznameya ku rêveberiya Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê di 23'ê Sibatê de pêşkêşî qeymeqamtiya Elkê kiribû. Di daxwaznameya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di erdhêja ku di rojên dawî de çêbûye di jêrzemîna nexweşxaneyê de di stûn û betonên nû de rijandin heye û şikestinek çêbûye û hate xwestin ku tedbîrên pêwîst bên girtin.   Di daxwaznameyê de ev tişt hatin gotin: “Piştî erdhejên dawî Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê stûn û betonên di jêrzemînê de rijandin û şikestinên nû derketine holê. Di Rapora Miduriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya ku di 09’ê kanûna 2013’an de hatiye amadekirin de hatibû diyar kirin ku avahiya nexweşxaneyê ji erdhêjê re ne qayîme. Ev rewş di erdhejê de metirsiyeke cidî dihewîne. Di vî warî de em radigihînin ku divê li gorî rapora ku hatiye amadekirin ji bo avahiya xizmetê ya nexweşxaneyê tedbîrên pêwîst yên cidî bên girtin.” Her wiha rêveberên nexweşxaneya ku em pê re axivîn jî diyar kirin ku ji ber erdheja ku di van rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê bi pileyên 5.4’an pêk hatiye jî bi bandor bûne.    ‘NEXWEŞXANE CIHÊN KU NEEWLE HATINE AVAKIRIN’   Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) yê Şirnexê Mûrat Ozbey, der barê mijarê de axivî û diyar kir di raporên ku hatine amadekirin de jî tê xuyakirin ku nexweşxane nikare li dijî erdhêjekê li ser piyan bisekine û wiha got: “Bi bernameya veguherîna tenduristiyê re li Tirkiyeyê bi dehan nexweşxane hatin avakirin. Bi erdheja 6’ê Sibatê re li 10 bajaran bi dehan nexweşxane hilweşiyan û bi dehan hevalên me yên xebatkar di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Weke ku me berê jî diyar kir, me bi zelalî dît ku bernameya veguherîna tenduristiyê dê di warê tenduristiya gel de rê nede pêşkeftinekê. Me di vê erdhêja dawî de dît ku nexweşxaneyên ku hatine çêkirin çiqasî metirsîdar in û li cihên ku ne ewle hatine avakirin. Di sala 2013’an de  Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê ve hat kontrolkirin û di encama kontrolê de hat diyarkirin ku nexweşxane li hemberî erdhejê li ber xwe nedaye û şert û mercên wê yên fizîkî ji bo hilberîna xizmeta tenduristiyê ne guncav e. Di raporan de heye. Tevî ku 10 sal derbas bûne jî der barê Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê de tu başbûnek çênebûye.”   ‘10 SAL BI SER RE DERBAS BÛN LÊ HÊJ CIH NEHATIYE DÎTIN’   Ozbey, diyar kir ku avahî û saziyên ku di erdhejê de herî zêde zirar dîtin gel û sazî ne û wiha got: “Dema em li 10 herêmên erdhejê dinêrin, saziyên dewletê yên herî zêde zirar dîtin nexweşxane û dibistan bûn. Ev her du saziyên ku ji bo civakê xwedî girîngiyeke mezin in, careke din derket holê ku li hemberî erdhejê baş nehatine avakirin. Lê belê avahiyên qeymeqamtî û waliyan saxlem in an jî hinekî xisar dîtine û di vê rewşê de careke din nîşan dide ku dewlet girîngiyê dide çi. Girîngiyê dide burokrasiyê û bidestxistina desthilatdariyê. Li Elkê avahiyên gelek saziyan tên çêkirin. Mînak dibe ku li cihê qeymeqamtî û saziyên din, ên cemaweriyê bên avakirin, lê ji bo hin saziyên ku ji bo civakê girîng in erd nayê dîtin. Ê ku tên dîtin jî demeke kin de xelas dikin. Lê dema ku behsa avakirina nexweşxaneyê tê kirin, weke mînak 10 sal di ser raporê re derbas bûye, lê hê heta roja îro jî ji nexweşxaneyê re cihek nehatiye dîtin. Ger li Elkê ji bo avahiya qeymeqamtiya cihekî mezin hebe û înşaet zû biqede divê di çêkirina nexweşxaneyê de jî heman hesasiyet bê nîşandan. Careke din me dît ku dema ku mijar dibe tendûristiya civakê hesasiyet tune ye.”   ‘FIKARÊN RÊVEBERIYÊ HENE’   Murat Ozbey, anî ziman ku ji bo valakirina nexweşxaneyê rêveberiya nexweşxaneyê ketiye nav hewledanên cidî lê belê ev yek pêk nehat û wiha got: “Di hevdîtinên ku me bi rêveberiya nexweşxaneyê re kirine daxwazeke wiha heye. Bi taybet piştî erdheja di 6’ê sibatê de rêveberiya nexweşxaneyê di 23’yê mehê de ji Qeymeqamê navçeyê re ji bo tedbîr girtinê daxwazname nivîsand. Di nameya şandî de weke pêveka raporê ya sala 2013’an hatiye pêşkêşkirin û fikarên ku ji ber erdhejeke pêkane nexweşxane wêran bibe bi awayekî fermî ji Midûriyeta Tenduristiyê û qeymeqamtiyê re hatiye ragihandin, lê heta niha jî tu xebat nehatine kirin. Em di medyaya civakî de ji bo avakirina nexweşxanê timî dibînin reklamên xwe dikin. Gelek reklam hene, lê tu pêşketin çênabe. Pir zehmete ku mirov bêje ku ji bo xizmetên tenduristiyê yên ji bo gelê Elkê pêşketinek heye.”   ‘BI ERDHÊJEKE GENGAZ DÊ HILWEŞE’   Rêveberê SES’ê Ozbey hişyarî da ku di erdhejeke gengaz de nexweşxane wê hilweşe û got: “Navçeya Elkê niha li cihekî xeternak e, li cihê ku xetên fayê tê re derbas dibin de ye. Di erdhejeke gengaz de nexweşxane dê gelek jê bandor bibe. Heta ku nexweşxane neyê xurtkirin an jî li şûna wê nexweşxaneyek nû neyê çêkirin, xebatkarên tenduristiyê û kesên li wir dixebitin dê her tim fikarên wan hebin. Ji ber ku xebatkarên tenduristiyê neçar in di bin wê xeteriyê de xebatên xwe didomînin. Ger hikûmet bixwaze ku ji erdheja 6’ê Sibatê re ders bigire û armanca wê pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê ji civakê re be û di pêşerojê de planên baş bike divê girîngiyê bide tenduristiyê.”   MA / Zeynep Dûrgût