Bûldanê li Rihayê serdana welatiyên ku bandor ji lehiyê girtin û malbat Şenyaşarê kir 2023-03-17 16:54:50   RIHA – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û şandeya pê re, li Rihayê serdana welatiyan lkir ku bandor ji lehiyê girtine û Nobeda Edaletê ya malbata Şenşayarê kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya pê re ku ji Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayse Surucu, Omer Ocalan, Nusretîn Maçîn û Nîmettullah Erdogmus û Rêxistina HDP’ê ya Rihayê pêk dihat, li Rihayê serdana welatiyan kirin ku bandor ji lehiyê girtine. Bûldan û şandeya li gel wê, serdana welatiyên ku li taxa Suleymaniye ya navçeya Eyubiye, AVM a Pîzaya û Çemê Karakoyên bandor ji lehiye girtibûn kirin. Bûldanê li ber AVM a Piyazayê daxuyanî da û paşê jî hevdîtin bi welatiyan re kir.    Li taxa Sileymaniye welatiyan gilî gazînên xwe yên ji bo derengmayina xebatên rizgarkirine anîn ziman. Her wiha Bûldan û şandeya li gel wê serdana Çemê Karakoyûn jî kirin û li vir ji aliyê welatiyan ve bi girseyî hatin pêşwazîkirin.    ‘EM BI DAYIKA EMÎNE RE NE’   Pişt re jî Bûldan û şandeya li gel wê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kirin ku 725 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. Bûldan li vir axivî û bi lêv kir ku ew her tim piştgiriya malbata Şenyaşarê dikin û got: “Têkoşîna edaletê ya ku malbata Şenyaşar daye destpêkirin bûye qîrîna bi mîlyonan. Dayika me êşek mezin kişand û ev yek encax  sûcdar bên darizandin û cezayê pêwîst bê birîn dikare bê telafîkirin. Bi hezaran cînayetên kiryar nediyar pêk hatin. Em hemû doza edaletê dikin. Em dizanin ku ev hikûmet nikare vê edaletê pêk bîne. Lê belê li pêşiya me pêvajoya hilbijartinê heye û em careke din di wê baweriyê de ne ku hikûmeteke nû û têgihiştineke nû ya rêveberiyê van hemûyan çareser bike. Ez careke din diyar dikim ku di vê qîrîna ji bo edaletê de em bi dayika Emîne re ne.”   Dayik Emîne Şenyaşar diyar kir ku kurê wê 5 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin û got ku ew edaletê dixwazin.