Ji bo Newroza Wanê banga tevlibûnê hate kirin 2023-03-17 16:53:38 WAN - Hevserokê Komîteya Amadekar ê Newroza Wanê Sedat Duşunmez ji bo agirê Newroze vêxin di 19’ê adarê de gelê Wanê vexwend qadê.    Amadekariyên Newroza ku wê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” di 19’ê adarê de li Wanê pêk were bênavber didomin. Li hemû noxteyên bajêr afiş hatin daliqandin. Li navçeyan û taxan bi wesayîtên anonsê gel vedixwînin Newrozê. Amadekariyên li qadê wê sibê bên destpêkirin.    JI BO NEWROZÊ BANG HATE KIRIN   Hevserokê Komîteya Amadekar ê Newroza Wane Sedat Duşunmez ragihand ku tax bi tax, navçe bi navçe li qadan xebatan dimeşînin û wiha got: “Xebatên me didomin. Newroza îsal wê diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bê kirin û êşa wan were parvekirin. Em ji bo bêjin em bi wan re ne em ê li qadan bin.”   Duşunmez, anî ziman ku li bendê ne bi sed hezaran kes dakevin qada Newrozê û ev bang kir: “Em texmîn dikin ku wê bibe Newroza herî mezin a salên dawî. Ev Newroz wê bibe Newroza piştevaniyê. Ji ber vê yekê em hemû gelê xwe vedixwînin piştevaniyê. Niha tu kêmasiyên me nînin, destûr jî me girtî ye. Em li bendê ne ku gelê me tev li vê coşê bibe.”