Ji bo Newrozê bang li ciwanan hate kirin: Em ruhê serhildanê belav bikin 2023-03-17 15:23:07   STENBOL - Nûnerên rêxistinên ciwanan ên ji bo Newroza Stenbolê banga tev li bûnê li ciwanan kirin, wiha got: “Em bang dikin ruhê serhildanê belav bikin û hesabê bipirsin.”   Newroza îsal bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin. Amadekariyên Newroza Stenbolê berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên amadekariya Newrozê ku dê 19’ê adarê roja yekşemê saet 11.00’an de li Qada Yenîkapiyê dest pê bike, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên ciwanan ên li bajêr belavokan belav dikin û banga tev li bûnê li gel dikin.    Nûnerên rêxistinên ciwanan ên di xebatan de cih digirin, di serî de ciwan bang li hemû gelan kir ku li Qada Newrozê de bên bahev.    BI RUHÊ 8’Ê ADARÊ BER BI NEWROZÊ VE     Berdevka Komîteyên Ciwanan Ebrû Sert a diyar kir ku bi ruhê 8’ê Adarê ji Newrozê re amadekariyan dikin û wiha got: “Em pêdiviyê pê dibînin ku her sal agirê Newrozê bêtir geş bikin. Em ê îsal bi êş, hêrs şînê weke 8’ê Adarê ji bo hesabê bipirsin em ê tev li Newrozê bibin. Weke her sal em ê bi sed hezaran li qadan bin. Li dijî her cure astengî û zextan em ê bibin yek.”   ‘DIVÊ CIWANAN LI KOLANAN BIN’   Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polatê jî anî ziman ku di serî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê balê bikişînin ser rewşa hemû girtiyên siyasî û wiha got: “Em hemû gelê xwe yê kedkar li dijî tecrîdê bi ruhê têkoşîna yekgirtî vedixwînin qada Newrozê. Banga me ji ciwana ew e ku vîna xwe li kolanan bidin nîşandan. Divê azadî li kolanan were bidestxistin. Em bang li rêxistinên ciwanan dikin ku qîr bikin û ruhê serhildanê belav bikin.”   ‘EM Ê BÊHIQÛQIYAN BIQÎRIN’   Ji Komunîst Kozê Bûsa Mîne Lulenler jî diyar kir ku dê ji bo azadiya girtiyên siyasî biqîrin li qada Newrozê bin û wiha got: “Ji bo li dijî bêhiqûqiyên desthilatê ji bo ji hemû girtiyên siyasî re azadiyê biqîrin divê em li qadan bin. Newroz pîroz be.”   ‘ROJA HESAP PIRSÎNÊ’   Ji Yekitiya Ciwanên Şoreşger Ûlaş Ûslû jî bang li hemû rêxistinên ciwanan kir ku bên Yenîkapiyê û wiha got: “Newroz roja têkoşîn û berxwedana gelan e. Newroza îsal wê bibe roja hesab pirsîn û mezinkirina têkoşînê. Em bang li hemû ciwanan dikin ku hesabê bipirsin.”     Nûnerê Ciwanan ê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozlem Ozdemîr diyar kir ku Newroza 2023’yan ji ber karesatên pêk hatin weke roja têkoşîn û rêxistinkirinê dibînin. Çawa ku Kawayê Hesinkar tevî zivistanê bihar anî be em jî ji bo biharê bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li qada Newrozê dirûşmeya ‘Hikumet îstîfa’ ku li stadyûman bilind bû bi hev re biqîrin.”   BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ‘YEK ZILAMÎ’   Rêvebera Stenbolê ya Ciwanan a Partiya Kedê (EMEP) Selînay Ûzûntel jî bang li beşa civakê ya herî dînamîk ciwanan kir ku bên qada Newrozê daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: “Ji bo li dijî şer aştiyê biparêzin, ji bo daxwaza xwe ya azadiyê mezin bikin û ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê em ciwanan vedixwînin qadên Newrozê. Li dijî rejîma yek zilamî pêdivî bi têkoşîna beşên berfireh heye.”